Şehîd Yadîn Bûlût li Hambûrgê hate bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Yadîn Bûlût (Rizgar Suwar) ê di 24’ê Tebaxa 2023’an de li Xakurkê şehîd bibû, li Hambûrgê bi çalakiyekê hat bibîranîn.
Gerîlayê HPG’ê Yadîn Bûlût (Rizgar Suwar) ê di 24’ê Tebaxa 2023’an de li Xakurkê şehîd bibû, li Hambûrgê bi çalakiyekê hat bibîranîn.
Zarokên apê Yadîn Bûlût, Firat Bûlût û endamên din ên malbatê û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.
'DIVÊ EM BIBIN LAYIQÎ ŞEHÎDAN’
Nûnerê KOMAW’ê Cenap Yeter di çalakiyê de axivî û wiha got: “Şehîdên me ji bo pêşerojeke bi azad û edalet a gelê me canê xwe feda kirin. Dema ku canê xwe dan qet dudil nebûn. Ji ber ku dijminê me dijminekî hov û barbar e, em ê hê şehîdan bidin. Şehadet ji bo mirovahiyê rûmeta herî mezin e. Ya girîng ew e ku em ê çawa bibin layiqî şehîdan. Divê her kesek ji bo gelê xwe xizmetek bike.”
Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Hambûrgê Ayten Dûrmûş axivî û got: “Em weke dayik êdî naxwazin êşên wiha bibînin.”
Xizmê Yadîn Bûlût, Firat Bûlût jî diyar kir ku Yadîn navê xwe ji fermandarê efsanewî yê berxwedana Şêx Seîd Yado girtiye.
Bûlût got ku Yadîn Bûlût şehîdê sêyemîn ê malbatê ye û wiha got: “Dema ku ez li girtîgehê bûm, ew li çiyayên azad ên welêt bû. Her kesên li vir malbat û hevreyên wî ye.”
Alî Riza Bûlût jî anî ziman ku ew bi şehîdan serbilind in.
Bavê şegîd Selahattîn Bîlîn jî diyar kir ku divê bibin xwedî jiyaneke layiqî şehîdan.
Li ser navê NAV-DEM’ê ya Belçîkayê jî axaftin hat kirin. Piştre quncikeke ku ji wêneyên Yadîn Bûlût pêk dihat hate amadekirin û sînevîzyon hate pêşandan.