Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li Zûgê stand danîn

Endamên Tevgera Ciwanên Kurd li bajarê Zûg ê Swîsreyê stand danîn û bal kişandin ser pergala tecrîdê ya li Îmraliyê.

Endamên Tevgera Ciwanên Kurd ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û paradîgmaya wî bidin nasîn, li Bundesplatzê a bajarê Zûg ê Swîsreyê stand danîn.

Stand di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” di navbera saet 16:00 û 19:00’an de hat danîn. Di standê de diyarkirin ku tecrîda li Îmraliyê pergala êşkenceyê ya li dijî mirovahiyê ye.

Çalakvanên broşurên têkîldarî paradîgmaya Abdullah Ocalan belav kirin û bi kesên ku bala wan kişandin re nîqaş kirin û destnîşan kirin ku ew ê têkoşîna azadiyê mezin bikin.

Di çalakiyê de dirûşmeya “Freîheît fur Ocalan” hate berzkirin.