ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê yek ji pêşengên şoreşê Nûreddîn Sofî tînin Qamişloyê
Cenazeyê yek ji pêşengên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûreddîn Sofî îro tînin Qamişloyê. -
Li kantona Cîzîrê kampanyaya hişyariya xwekuştin û hişbirê hate destpêkirin
Nivîsgeha Jinan a Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê bi dirûşma “Jiyan layiqî jiyînê ye” li dijî xetereyên xwekuştin û bikaranîna hişbirê de kampanyaya hişyariyê da destpêkirin. -
QSD'ê nasnameya du şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir ku di dema berxwedana li Minbicê de şehîd bûn. -
Şêniyên Kantona Firatê berê xwe dan konê sersaxiyê
Li Kantona Firatê bi sedan şênî berê xwe dan merasîma sersaxiyê ya ji bo şehîd Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Doxan Amed tê lidar xistin. -
YPG'ê 'Fermandarê Mezin ê Şoreşa Rojava' Nûreddîn Sofî bi bîr anî
Fermandariya Giştî ya YPG'ê 'Pêşeng û Fermandarê Mezin ê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî' bi bîr anî. -
Ji bo înfazên li Siwêdayê daxwaza lêpirsîna serbixwe hate kirin
Mafparêzan têkildarî êrîşên di meha Tîrmehê de yên li ser bajarê Siwêdayê ku piraniya wê ji Durziyan pêk tê, daxwaza lêpirsîna serbixwe kirin. -
‘Gelên Sûriyeyê dixwazin bi awayekî azad û wekhev bijîn’
Gazî Mazlûm Efrîn anî ziman ku Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoyeke wiha de pir girîng bû û got: “Vê konferansê nîşanî hemû cîhanê da ku gelên herêmê dixwazin bi awayekî wekhev û azad bijîn.” -
TOL'ê li Holê li dijî şaneyeke DAÎŞ'ê operasyon kir
Tîmên Operasyona Leşkerî (TOL) ên ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bajarê Holê li dijî şaneyeke DAÎŞ'ê operasyone kir û 2 çeteyên DAÎŞ'ê girt. -
Li Til Koçerê ji bo şervanê QSD’ê Amed Qamişlo merasîma girseyî
Ji bo şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Amed Qamişlo yê di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bû, li Til Koçerê merasîmek girseyî hate lidarxistin. -
Li Siwêydayê agirbest timî tê binpêkirin
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Siwêdayê Tariq El Şofî, diyar kir ku êrîş ranewestiyane, binpêkirinên li dijî sivîlan bêhtir dibin û got ku hewcedarî bi destwerdana navneteweyî heye. -
Serokê Rûhanî El Hicrî daxwaza lêpirsîneke navneteweyî kir
Serokê Rûhanî yê Durziyan şêx Hikmet El Hicrî ji bo sûcên "qirkirina bêdeng" ên ku ji aliyê hikûmeta demkî ya Şamê ve li dijî sivîlên Suweydayê hatine kirin, daxwaza lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe kir. -
QSD: Êrîş peymana 10’ê Adarê binpê dike, em ê tedbîran bigirin
QSD'ê daxuyand ku êrîşên hikûmeta demkî ya Şamê û komên çete yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, peymana 10'ê Adarê binpê kirine û ragihand ku ew ê ji bo parastina sivîlan tedbîran bigirin. -
Di êrîşa Dêrazorê de yek jê zarok 4 kes birîndar bûn
Komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê êrîş birin ser herêma Bisêra ya Dêrazorê û di encama êrîşê de yek jê zarok 4 sivîl birîndar bûn. -
Hikûmeta Şamê ji hevdîtinên li Parîsê vekişiya
Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku ew ê beşdarî hevdîtina bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re ya li Parîsê nebe. -
QSD’ê êrîşa çeteyan a li El-Cezratê têk bir
QSD’ê, li hemberî çeteyên ku bi botan Çemê Fıratê derbas kirin û êrîşî mewziyeke li bajaroka El-Cezratê ya girêdayî Dêrazorê kirin, di cih de bersiv da. Piştî şer, êrîşkar paşve vekişiyan û QSD’ê li herêmê operasyonek da destpêkirin. -
Konferansa Yekhelwestiya Hevpar bal kişand ser avakirina Sûriyeya demokratîk
Di encamnameya Konferansa Helwesta Hevpar a Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate diyarkirin ku konferans “îradeya azad, hişmendiya giştî ya hevpar, israra avakirina Sûriyeyeke azad, yekgirtî, demokratîk, pirrengî, nenavendî” nîşan da. -
Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ‘Sûriyeyek nû’ bûn yek deng
Di Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nûnerên Ereb, Kurd, Tirkmen, Suryanî, Asûrî, Ermenî û Êzidî ji bo Sûriyeyek demokratîk û pirçandî bûn yek deng. -
Konferansa Yekhelwestiyê: Ji Elewî û Durziyan peyama yekîtiyê
Pêşengên Elewî û Durzî yên beşdarî Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn peyama yekîtî û piştevaniyê dan. -
‘Bêyî jinan Sûriyeyek nû nabe’
Di Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Hesekê de, peyama “Bêyî jinan Sûriyeyek nû ava nabe” hate dayîn. -
Konferansa Yekhelwestiyê: Bêyî naskirina mafên hemû pêkhateyan, Sûriyeya nû ava nabe
Îlham Ehmed di Konferansa Yekhelwestiyê de axivî û got, “Bêyî naskirina mafên hemû pêkhateyan û bêyî beşdariya çalak Sûriyeya nû ava nabe.” -
Îtîrafên çeteyên DAÎŞ’ê yên girêdayî Tirkiyeyê hatin weşandin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îtîrafên 2 çeteyên DAÎŞ’ê yên ku li Reqayê hatibûn girtin weşandin. Çeteyan, diyar kirin ku fermanên ji bo êrîşan ji Tirkiyeyê wergirtine. -
Konferansa 'Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê' dest pê kir
Li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê Konferansa ‘Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’ ku demeke dirêj li bendê bû, dest pê kir. -
Li Dêrazorê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Yekîneyên Hêzên Sûriya Demokratîk, bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî, li dijî şaneyek sewqiyata çekan a DAÎŞ'ê dikin li Dêrazorê operasyonek dan destpêkirin. Di operasyonê de du çete bi saxî hatin girtin. -
Li gundewarê Şamê teqîn çêbû: 3 kes jiyana xwe ji dest da
Di teqîna mayînê ya li gundewarê Şamê de ji heman malbatê 3 kes jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn. -
Gaziyên şer ên herêma Firatê Manîfesto xwendin û nirxandin
Gaziyên şer ên Kantona Firatê yên kom bûn Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo xwendin û nirxandin. Gaziyan gotin, “Em vê Manîfestoyê ji bo xwe weke rênîşandera herî esasî dibînin.”