ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şêx Murşîd Xeznewî: Bila gelê me ji hêza ku Rojava diparêze piştrast be
Şêx Murşîd Xeznewî gefên li ser Rojava şermezar kir û got, “Eger êrîşî gelê me bê kirin, hêza me ya leşkerî wê bêteredût xak û gelê xwe biparêze. Gelê me jî divê li dora vê hêzê bibe yek, jê piştrast û bi hêvî be.” -
Li ser rêya Hesekê-Şedadê qezaya trafîkê: 12 kes mirin
Li ser rêya Hesekê û Şedadê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di qezaya trafîkê de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
QSD’ê serçeteyekî xeternak ê DAÎŞ’ê girt
Tîmên girêdayî QSD’ê bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî li Reqayê serçeteyekî xeternak ê şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê girtin. -
Însiyatîfa Gel a Qamişloyê: Aştî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dibe
Şêniyên Qamişloyê di meşa 1’ê Îlonê de peyama "Aştî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve misoger dibe" da. -
Hikumeta demkî êrîş bir ser gundê el-Mecdelê
Hêzên Hikumeta Demkî yên Şamê bi çekên giran bombe li gundê el-Mecdel ê Siwêdayê barandin. -
Li Reqayê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin
QSD'ê rgaihand ku li bejahiya Reqayê hewldana êrîşê ya çeteyên DAÎŞ'ê hatiye şikandin. Di şer de 2 çete hatin kuştin. -
Derdora Bendava Tişrînê hate bombekirin
Balafira Bêmirov a Bombebarkirî (SÎHA) ya dewleta Tirk doh bi şev bombe li derdora Bendava Tişrînê barand. -
Li Holê ji bo azadiya Rêber Apo meşekî girseyî hat lidarxistin
Bi hezaran kes li bajarê Holê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û piştevaniya QSD’ê meşiyan. Gireyê peyama, “Azadiya Rêber Apo mifteya aştiya Rojhilata Navîn e” dan. -
Li Dêrikê meşa ji Rêber Apo re azadî
Li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê ji bo azadiya Rêber Apo bi sedan kes meşiyan. -
Li Sûriyeyê ji bo dîtina Rêber Apo nêzî hezar îmze hatin berhevkirin
Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan ragihandin ku bi daxwaza azadiya Rêber Apo di nava 10 rojan de zêdeyî 800 îmze kom kirine. -
Êrîşa çeteyan a li ser Til Temirê hate şikandin
Çeteyên ser bi dewleta Tirk ve hewl dan êrîşî derdora gundê Til El-Lebanê bikin. Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê di cih de bersiv dan û êrîş şikandin. -
Li Siwêdayê bi sedan kes daketin kolanan
Li Siwêdayê bi sedan kes daketin kolanan û daxwaza xweseriya gelê Durziyan kirin. Çalakvanan xwestin hêzên hikûmeta Şamê demildest ji herêmê vekişin. -
Operasyona li Hesekê bi dawî bû: 51 DAÎŞ’î hatin girtin
Li Hesekê bi beşdariya zêdetirî 3,000 şervanan operasyoneke berfireh pêk hat. Di encama operasyonê de 51 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin û gelek çek û cebilxane jî hat desteserkirin. -
Li Qamişlo panela ‘Ber bi Sûriyeke pirreng û nenavendî’
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) panela bi navê “Peymana 10`ê Adarê, şêwazên li hevkirinê ya ber bi Sûriyeke pirreng û nenavendî ve” li dar xist. -
Li kantona Firatê serjimariya giştî tê kirin
Îro Ofîsa Plankirin û Serjimariyê ya Kantona Firatê dest bi serjimariya giştî ya gel kir. Komkirin ji 4 hezar tîm ango 8 hezar kesan ve pêk tê. -
39 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di operasyona li Hesekê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dayîn destpêkirin de, 39 çete girtin. -
Li Hesekê li dijî DAÎŞ’ê operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê di operasyona li dijî çeteyên DAÎŞ’ê da destpêkirin de, gelek kes binçav kirin. -
Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê şaneyek çeteyên DAÎŞ’ê bêbandor kir
Şervanên Hêzên Komandos ên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê duh li bajarê Zîbanê şaneyek çeteyên DAÎŞ’ê bêbandor kir. -
Bîlançoya nû ya êrîşên li Siwêdayê: Zêdetirî 2 hezar kes mirine
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di encama êrîşên li ser bajarê Siwêdayê ên hêzên ku hikûmeta demkî ya li Şamê piştgiriyê dide wan de zêdetirî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. -
HRE'yê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê wan Rizgar Aqîbê di 25'ê Tebaxê de dema ku karê xwe dikir, şehîd bû. -
Cenazeyê şervanê HRE’yê Rizgar Aqîbê hat veşartin
Cenazeyê şervanê HRE’yê Rizgar Aqîbê yê 25’ê Tebaxê dema li ser erka xwe bû li bajarê Mansûra yê Kantona Reqayê şehîd bûbû, li Goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat veşartin. -
SOHR: Hikûmeta Şamê 95 Durzî qetil kir
SOHR’ê diyar kir ku hêzên hikûmeta demkî ya Şamê 95 Durziyan ku di nava wan de 12 jin jî hebûn, bi awayekî komî qetil kir. -
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Yehya El Hemûd şehîd bû
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Yehya El Hemûd 26’ê Tebaxê li Hesekê şehîd bûye. -
Namzeta berê ya serokkomariya Sûriyeyê dixwaze bi Rêber Apo re hevdîtinê bike
Namzeta berê ya serokkomariya Sûriyeyê, lêkolîner û akademisyen Daed Qanou ragihand ku ew dixwaze bi Rêber Apo re hevdîtinê bike. -
'Çareseriya tevahî aloziyan tenê li Îmraliyê ye'
Şêx Ehmed Hemo diyar kir ku ji bo aştî, aramî, wekhevî, edalet, demokrasî û azadî li tevahî cîhanê pêk were, divê Rêber Apo azad bibe û got, çareseriya hemû pirsgirêkan li Îmraliyê ye.