ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şervanê QSD’ê Zinar Aşmê li Kobanê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Zinar Aşmê yê 13’ê Îlona 2025’an de di encama qezaya leşkerî de li Kobanê şehîd bûbû, Li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hat veşartin. -
Ji MSD'ê li Hesekê civîna berfireh: Em bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ne
Civîna berfireh a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Hesekê destpê kir. Hevseroka MSD'ê Leyla Qereman anî ziman ku firsendeke dîrokî bi destê wan ketiye û got, armanca wan avakirina Sûriyeyeke nenavendî ye. -
Hêzên ser bi hikumeta Şamê êrîş birin ser QSD'ê
Li bejahiya Dêrazorê, komên çekdar ên ser bi hikumeta Şamê êrîş birin ser şervanên QSD'ê. -
Li Dêrazorê operasyona li dijî DAÎŞ'ê: 8 çete hatin binçavkirin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku yekîneyên têkoşîna li dijî terorê li Dêrazorê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê operasyonek kirin û di encamê de 8 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. -
Kobanê bi ser ket û bû îlhama tevahî gelan
15`ê Îlona 2014’an roja êrîşa li ser Kobanê ye. Kobanê bi berxwedaniya gel û şervanan bû cihê ewil ê tunekirina DAÎŞ’ê. -
YPJ’ê li Reqayê operasyon li dar xist: 2 çete hatin girtin
Hêzên YPJ û QSD’ê li kantona Reqayê operasyoneke hevpar li dar xisin û 2 çete hatin girtin. Hat ragihandin ku armanca operasyonê xurtkirina ewlehiya herêmê ye. -
Hejmara kesên li Siwêydayê hatine qetilkirin gihîşte 2 hezar 38 kesan
SOHR'ê ragihand ku hejmara kesên li Siwêydayê hatine qetilkirin. gihîşte 2 hezar û 38 kesan. -
Nasnameya şehîdê êrîşa Dêrazorê, hate eşkerekirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamê xwe yê ku duh (12 Îlon) di êrîşa li bajarokê Dirinc ê Dêrazorê şehîd bibû, eşkere kir. -
Li Minbicê êrîş birin ser Goristana Şehîdan
Komên çeteyên dewleta Tirk kevirên goran ên li Goristana Şehîdan a li Minbicê dizîn. -
Li Dêrazorê êrîş: Endamekî Hêzên Ewlekariyê şehîd bû û 2 jî birîndar bûn
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin ku di êrîşeke çekdarî ya li ser nuqteyeke kontrolê li Dêrazorê de yek ji endamên wan şehîd bûye û du endamên wan jî birîndar bûne. -
QSD: Şervanek me şehîd bû
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku şervanê wan Birûsk Heleb şehîd bû. -
Emîne Erciyes û hevrêyên wê li Kobanê hatin bîranîn
Jinên ji Kobanê di merasîma sersaxiyê ya ji bo şehîd Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Tolhildan de diyar kirin ku ew soz didin ku ew ê rêya wan bişopînin û bigihînin serketinê. -
Ji bo şêniyên Kobanê projeyên avê destpê kirin
Hevseroka Saziya Avê ya Kantona Firatê Zozan Xelîl, diyar kir ku ew ji bo dabînkirina pêdiviyên gel li bajarê Kobanê dest bi kolandina bîrên avê yên nû kirine. -
Serêkaniyê civîna veşartî: Mal û milkên Kurd û Xiristiyanan dest diguherin
Li Serêkaniyê bi tevlîbûna rayedarên Tirk, serokên eşîran û komên çekdar civîneke veşartî hate lidarxistin. Di civînê de li ser kirîna mal û milkên Kurd û Xiristiyanên koçber nîqaş hatin kirin. -
QSD'ê nehişt hêzên çekdar bikevin nava Dêr Hafirê
QSD'ê bersiva hewla ketina çekdarên girêdayî hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li deverên bajarê Dêr Hafir ê kantona Tebqayê. -
Li Hesekê merasîma du şehîdan hate lidarxistin
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elaa Mihemed ku 7’ê Îlonê li kampa Holê di êrîşa şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bibû, hat veşartin. Di merasîmê de şervanê QSD’ê Ziyab Hesekê (Hisên El Salih) hat bibîranîn. -
Li Tebqayê meş: Rêber Apo divê azad bibe
Li Tebqayê di çarçoveya kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de meşek girseyî hate lidarxistin. -
Kampanya îmzeyan a ji bo Rêber Apo qediya
Kampanya 'Dixwazim hevdîtinê bi Ocalan re bikim' a ku 20'ê Tebaxê ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ve hate destpêkirin, 10'ê Îlonê qediya. -
Li Qamişloyê ji bo şehîd Lewend merasîma girseyî
Şervanê QSD'ê Lewend Qamişlo (Ebdulcebar Xelîl) ku li Hesekê di 5'ê Îlona 2025'an de ji ber qezayê şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
DAÎŞ li başûrê Sûriyeyê vedigere
Vegera çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê ji aliyê rayedaran ve ji nedîtî ve tê. Hinek ji wan ji aliyê hêzên ewlekariyê yên nû ve têne parastin. Ev rewş bilindbûna bi nepenî ya rêxistinê ya sala 2014’an tîne bîra mirovan. Gel bi fikar e ku tundî jinûve rû bide. -
New York Times: Li gel sozên reformê jî li Sûriyeyê otorîterî dewam dike
Rojnameya New York Timesê ragihand ku li gel sozên guhertinê yên piştî desthilatdarîbûna Ahmed eş-Şara hatin dayin li Sûriyeyê hîn jî mîrateya otorîteriyê heye. -
Hewlên dewleta Tirk a kirîna milkên li Serêkaniyê hat şermezarkirin
Meclisa Wargeha Serêkaniyê ya koçberan ku li gundewarê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û hewldanên kirîna milk û erdên welatiyên Kurd daxuyanî da. -
Nasnameya 4 şervanên şehîd hate eşkerekirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 4 şervanên xwe yên şehîd bûne, eşkere kir. -
Dewleta Tirk li Efrînê ciwanekî Kurd revand
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku komên çete yên ser bi dewleta Tirk ve li gundê Qenterê yê navçeya Mabeta ya Efrînê ciwanek revandin. -
SOHR: Li Sûriyeyê ji 8’ê Kanûna 2024’an ve 10 hezar û 672 kes hatin kuştin
SOHR’ê ragihand ku ji 8’ê Kanûna 2024’an heta 6’ê Îlona 2025’an li Sûriyeyê 10 hezar û 672 kes hatine kuştin.