QSD'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
QSD'ê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir ku di berxwedana li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê de şehîd bûn.
QSD'ê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir ku di berxwedana li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê de şehîd bûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 4 şehîdan aşkera kirin.
Daxuyanî wiha ye: "Em bi rûmet û serbilindahî bejna xwe li hemberî 4 hevreyên xwe yên şehîd ditewînin. Hevreyên me bi lehengî bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ser xaka me dan. Bi xwîna xwe ya pak rûpeleke ku nayê jibîrkirin di destana Bendava Tişrînê de nîvisandin. Li xurtî û dilê ku bi baweriya bi welatekî azad lê dide, li hemberî alava nûjen a şer li ber xwe dan.
Hevrê Nûcan Gabar, sembola jina Kurd a azad, zane û şoreşger nîşan da. Ji dema ku tev li refên hêzên me bûbû ve di wê baweriyê de bû ku parastina welat ne vebijarkek e, lê belê qeder û berpirsiyariyek. Nûcan ji malbatek welatparêz e ku nifşê li pey nifşekî şehîdan daye. Tevlêbûna Nûcan jî berdewama vê mîrateya kevnar bû.
Nûcan li Bendava Tişrînê li pêş bû. Bi rûkenî û ji xwe bawer bersiva êrişan didan. Her wiha hêz û moral dida hevalên xwe. Nûcan 13’ê Çileya 2013’an de şehîd bû. Bi têkoşîna xwe wêneyeke zelal a jina şerker a ku bi îradeya xwee mucîzeyan çêdike û bi xwîna xwe rêya serkeftin û rûmetê dinîvisîne, nîşanî cîhanê da.
Hevrê Têkoşer Efrîn ji wan kesan bû ku bi bawerî rêya şoreşê hilbijart. Tevlêbûna wî ya nava refên hêzên me ji wî re bû destpêkeke jiyanê. Ji têkoşerekî ciwan bû fermandarekî meydanî yê mînak. Hevrê Têkoşer her şerek wekî peywirek pîroz didît û her kêmaniyek jî wekî xiyanet li xwîna pak didît, ev taybetmendî jî di şerê Bendava Tişrînê de destnîşan kirin. Di nava êrişan de pêşengê hevalên xwe bû û serkeftin li pey yek din pêk dianîn. Hevrê Têkoşer Di 13’ê Çileya 2025’an de şehîd bû.
Hevrê Xebat Baz mînaka şervanê zane bû. Di navbera zanebûn û xebata meydanî de hevsengî çêdikir. Di malbateke welatparêz de bû ku rihê wê yê şoreşgerî kûr e. Ji dema ku tev li refên hêzên me bû, bi dîsîplîna xwe dihat nasîn û giranî dida ser pirsgirêkên cewherî.
Hevrê Xebat şervan perwerde dikir û kesayeta wan pêş dixin. Bi keda wî nişfên şoreşger ava kirin ku beriya çekê bi zanebûnê li pêş in.
Hevrê Xebat Baz di şerê Bendava Tişrînê de heya kêliya dawîn şer kir. Di wê baweriyê de bû ku şehadet lûtkeya rasteqîn a azadiyê ye. Hevrê Xebat 13’ê Çileya 2025’an şehîd bû.
Hevrê Sîdar ji şervanên destpêkê bû ku di salên wê yên destpêkê de tev li refên hêzên me bû. Di pêngavên rizgarkirina Dêrazor û Minbicê de cih kir û helwestên lehengî û dilsoziyê ku nayên jibîrkirin nîşan da.
Hevrê Sîdar li pira Qereqozaxê heya fîşeka dawîn li hemberî dijmin şer kir. Di wê baweriyê de bû ku parastina axê erkek e. Di 16’ê Kanûna 2024’an de şehîd bû.
Em 4 hevreyên xwe yên leheng oxir dikin. Em ne bedenên wan oxir dikin. Lê em meqamên ji biryardayîna ku bi xwîna xwe dîrok afirandine oxir dikin. Em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Em soz didin xwîna wan a pak ku em wefedarên rêya wan bin. Em ê bê teredudu berxwedanê bidomînin ta xeyalên wan bi cih bînin. Em ê heya bidawîkirina dagirkeriyê ala wan bilind bihêlin. Wê roja azadiya careke din li ser xaka me hil were."
Li gorî daxuyaniyê agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:
"Nasnav: Nûcan Gabar
Nav û paşnav: Yara Mistefa
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrîn-13 Çile 2025
Nasnav: Têkoşer Efrîn
Nav û paşnav: Îbrahîm Omer
Navê dayikê: Hêvîn
Navê bav: Nîdal
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrîn- 13 Çile 2025
Nasnav: Xebat Baz
Nav û paşnav: Welat Xalid
Navê dayikê: Ranya
Navê bav: Şehrezad
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrîn-13 Çile 2025
Nasnav: Sîdar
Nav û paşnav: Elî Hemîd Derwîş
Navê dayikê: Zekiye
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Minbic
Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaxê- 16 Kanûn 2024."