Navên kesên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê birîndar bûn, hat eşkerekirin

Navên 20 kesên di êrîşên hêzên hikumeta demkî a Sûriyeyê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de birîndar bûbûn, eşkere bûn.

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê duh (6 Cotmeh 2025) mal û avahiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û Stadyûma Berxwedan topbaran kirin.

Di encama êrîşên hikumeta veguhêz ên li dijî her du taxan de kesek şehîd bû û 60 kes birîndar bûn. Li kêleka wê jî zirarên mezin bi xetên avê û kehrebeyê, mal û milkên welatiyan bûn.

Navên 20 kesên birîndar bûne, ji rayedarên Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecer wergirtin. Nav wiha ne: Omer Heyanî (23), Mihemed Bîlal (11), Elî Wilo (21), Diyar Şêxo Çawîş (18), Orcan Hec Osman (18), Ebdulhenan Elîko, Mihemed Cafer (20), Mihemed Dawûd (18), Mihemed Ebdo (16), Ebdo Elîko (20), Omer Bîlal (19), Ebdulhenan Oso (15), Murad Sultan (24), Emîne Elûş (40), Ciwan Mihemed (18), Silêman Mihemed (18), Diyar Şêxo (17), Elî Wilo (23), Eslan (25) û Nûrî Hemo (14).

Rayedaran diyar kir ji ber rewşa tevliheviyê ya ji ber topbarana ketober a li dijî sivîlan nekarîne navên tevahî birîndaran diyar bikin.