Bi hezaran kes li Helebê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Bi dirûşma "Bi Projeya Aştî û Civaka Demokratîk, Em ê Komploya Navneteweyî Têk Bibin", Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo meşek li dar xistin.

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tevlî meşê bûn. Di meşê de  wêneyên Rêber Apo hatin hildan û pankartên bi nivîsa "Bi Projeya Aştî û Civaka Demokratîk, Em ê Komploya Navneteweyî Têk Bibin" hatin vekirin.

Meş li ber Hola 8`ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûd dest pê kir. Girseya gel li çerxerêya Zeytûnê li taxa Eşrefiyê kom bûn û meş veguherî mîtinga girseyî.

Piştî deqeyek rêzgirinê, endamê Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk Şiyar Ehmed li ser navê şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê axivî.

Ehmed diyar kir ku Komploya Navnteweyî nekariye ramanên Rêber Apo bitepisîne û got, "Têkoşîna Îmraliyê bûye binyada zanîn, raman û rastiyê ye û çavkaniya aştî û azadiyê. "

Hevseroka Meclisa PYD’ê ya Helebê Ferîha Ehmed behsa têkoşîna şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir û got, şêniyan îdeolojiya Rêber Apo wekî rêyek ji bo jiyanê qebûl kirine.

Ferîha wiha got, "Îradeya gel bi ser ket û mohra xwe li dîrokê hişt. "

Meş bi dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.