ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ji bo peymana Helebê pêvajoya avakirina komîteyan destpê kir
Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di çarçoveya Peymana 1’ê Nîsanê de ji bo pêkanîna muzakereyên bi Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê re wer meşandin, desst bi avakirina komîteyan kir. -
Li Şedadê cenazeyê şehîd Fadî Ehmed El Ewad hate veşartin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şedadê ya Kantona Cizîrê ji bo veşartina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fadî Ehmed El Ewad ê ku 2’yê Îlona 2025’an şehîd bû, merasîm lidar xist. -
QSD: Hevrêyên me Brûsk û Diyar şehîd bûn
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku du şervanên wan li herêma Pira Qereqozaxê ya li başûrê bajarê Kobanê di demên cuda de şehîd bûn. -
Xelkê kantona Firatê meşiya: Rêber Apo xeta me ya sor e
Bi hezaran kes ji kantona Firatê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan û destnîşan kirin ku Rêber Apo xeta wan a sor e. Di çalakiyê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir. -
Operasyona “Mirovî û Ewlehî” ya li Kampa Holê bi dawî bû
Operasyona ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin ê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, û Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê, bi piştgiriya QSD û Koalîsyona Navneteweyî dabûn destpêkirin, bi dawî bû. Di operasyonê de 11 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin -
Cenazeyê şehîd Xelîl Hesekê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Xelîl Hesekê (Ebduselam Berho Nasir) li Şehîdgeha Şehîd Dijwar hate veşartin. -
Li Siwêdayê aqûbeta kesên hatine revandin, hate pirsîn
Li Siwêdayê gel ji bo pirsîna aqûbeta kesên hatine revandin, çalaki lidar xist. Çalakvanan diyar kirin ku hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê sûc kirin. -
Şervanê QSD’ê şehîd bû
QSD’ê ragihand ku şervanê wan ê bi navê Mistefa Elî Teharo ji ber qezayeke li herêma Bendava Tişrînê qewimî, şehîd bû. -
Operasyona Ewlehiyê di roja 2’yan de ye
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyona ewlehiyê ya li Kampa Holê, di roja 2’yan de didome. -
‘Şoreşa me şoreşa mirovahiyê ye’
Gaziyê şer Feysel Ebu Leyla Minbic têkildarî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, “Ez weke hevalekî ji pêkhateya Ereb dikarim bêjim ku şoreşa me şoreşeke mirovahiyê ye. Hemû nirxên bilind ên ji bo mirovbûnê di nav xwe de dihewîne.” -
QSD'ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kir
QSD'ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir ku di qezayên leşkerî de û li cihên cuda şehîd bûn. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî operasyona li Holê daxuyanî da
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li dijî şaneyên DAÎŞ’ê li Kampa Holê qonaxeke nû ya “Operasyona Mirovî û Ewlehî” hate destpêkirin. -
Li Kampa Holê operasyona ewlehiyê hate destpêkirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di saetên siharê de li Kampa Holê operasyona ewlehiyê da destpêkirin. -
Rêveberiya Xweser û rayedarên Hikumeta Demkî hevdîtin kirin
Rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê li Helebê hevdîtinek kirin. Di hevdîtinê de li hev hate kirin ku peymana 1'ê Nîsanê bi cih bê anîn û ji bo vê jî komîte bêne avakirin. -
Kê bi droneyê êrîş bir ser Balafirgeha Helebê?
Hate îdîakirin ku êrîşa bi droneyê ya li ser qadeke nêzî balafirgeha navneteweyî ya li Helebê ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve hatiye kirin ku du çete hatin kuştin. -
Mazlûm Ebdî bi Fermandarê CENTCOM’ê re civiya: Wê piştgirya ji bo QSD’ê dewam bike
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî bi fermandarê CENTCOM`ê Brad Cooper re civiya. -
Ciwanên Rojava wê li Ewropayê bêne temsîlkirin
Encamnameya Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê yên li Ewropayê hate weşandin. -
Koçberên ji Girê Spî: Em vegereke bi ewle dixwazin
Koçberên Girê Spî anîn ziman ku piştî peymana 10`ê Adarê ya di navbera Hikûmeta Veguhêz a Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hate îmzekirin, hêviya koçberan ya vegera ji bo cih û warên wan zêde bûye. -
Li Reqayê 5 DAÎŞ’î hatin girtin ku amadekariya êrîşê dikirin
5 çeteyên DAÎŞ’ê ku hate ragihandin amadekarî dikirin ji bo êrîşî navendên leşkerî, sivîlan û saziyên xizmetê bikin, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê ve bi operasyoneke hevpar hatin girtin. -
Şehîd Çiya Rizgar li Kobanê hat bibîranîn
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar yê 25'ê Tebaxê ji ber nexweşiyê şehîd bûbû, li Kobanê hat bibîranîn. -
Li Kobanê stasyona avê hate bombebarankirin
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk stasyona ava vexwarinê ya li bajarokê Qanaya yê li rojavayê Kobanê bombebaran kir. -
Li Kantona Firatê ji bo şehîd Sara Dilsoz konê sersaxiyê hat vedan
Bi sedan xelkê Kantona Firatê, nûnerên saziyan û sivîl serdana konê sersaxiyê ya têkoşera PAJK’ê Emîne Elî (Sara Dilsoz) kirin. -
Tevgera Ciwanên Şoreşger Çiya Rizgar bi ‘rêzdarî û minetdarî’ bi bîr anî
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar ê ku 25’ê Tebaxê ji ber nexweşiyê şehîd bû, bi bîr anî. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Li Şedadê di qezayê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di qezaya 2'ê Îlonê de ya li ser rêya Şedadê-Hesekê 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, 9 kes birîndar bûn. -
Ferhan Hec Îsa: Xeteriya DAÎŞ'ê dewam dike
Hevserokê Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa bal kişand ser xeteriya DAÎŞ'ê ya li ser herêmê û diyar kir ku weke Rêveberiya Xweser wê bi erka xwe ya exlaqî rabin û mirovahiyê biparêzin.