Gelê Dêrikê cenazeyê şehîd Êrîş Umut veşart: Em ê bibin şopdarên wan
Gelê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSD'ê Êrîş Umut bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Xebat veşart. Ji bo Andok Viyan û Ararat Serhed jî merasîma giyabî hat lidarxistin.
Gelê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSD'ê Êrîş Umut bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Xebat veşart. Ji bo Andok Viyan û Ararat Serhed jî merasîma giyabî hat lidarxistin.
Xelkê Girkê Legê û Dêrikê yên kantona Cizîrê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Êrîş Umut (Suhbî Bomîn) veşartin. Her wiha ji bo Andok Viyan (Mihemed Bartan) û Ararat Serhed (Omer Gokdag) merasîma giyabî hat lidarxistin.
Cenazeyê şehîd Êrîş Umut ji hêla sedan kesî ve ji nexweşxaneyê hat wergirtin û ji bo veşartinê birin Şehîdgeha Şehîd Xebat.
Li şehîdgehê cenazeyê şehîd bi tilîliyan hat pêşwazîkirin. Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Sureya Hebeş axivî û got: "Ewlehî û azadiya ku em îro dijîn bi saya fedakariya şehîdan e. Divê em li dora metoda wan bicivin û destkeftiyên wan biparêzin. Ew mîrasê me yê azadî û ewlehiyê ne."
Piştre endamê Kongreya Îslama Demokratîk a Dêrikê Mahsûm Dêrşewî axivî û diyar kir ku pêwîstî bi yekitiyê û pêşxistina xwişk-biratiya gelan û jiyana hevbeş heye û got: "Şehîd tovên jiyanê û hêviya welatan ên bicihanîna demokrasî û aştiyê ne."
Li aliyekî din jî ji fermandarên QSDˊê Mihyedîn Xêrkî got: "Erka me ye em parastina mafên gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin, da ku şêniyên tevahî herêmê bi ewle û aramî bijîn."
Dûre wesîqeyên şehîd Êriş Umut, Andok Viyan û Ararat Serhed hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.