ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
‘Divê li Sûriyeyê mafê jinan û hemû komên etnîkî bên parastin’
Nûnerên PYD’ê, diyar kirin ku divê li Sûriyeyê mafê jinan û hemû komên etnîkî bên parastin û hilbijartinên hikûmeta veguhêz ku nûnertiya gelê Sûriyeyê nake, rexne kirin. -
Bi sed hezaran îmze hatin berhevkirin
Li bajarê Siwêdayê gel kampanyaya îmzeyan a “Mafê Diyarkirina Çarenûsê” da destpêkirin. Di kampanyaya ku 17’ê Îlonê destpê kir de, bi sed hezaran îmze hatin berhevkirin. -
Corcêt Barsûm: Jin di siberoja Sûriyeyê de daxwaza azadî û roleke aktîf dikin
Şandeya Jinan, di serdanên xwe yên li Ewropayê de behsa azadiya jinan, parastina koçberan û temsîliyeta jinan di destûra nû de kirin. -
Li Dêrazorê êrîş: Şervanek şehîd bû û 2 birîndar bûn
QSD'ê ragihand ku şaneyên çeteyên DAÎŞ'ê li dijî dewriyeyeke wan li rojavayê Dêrazorê êrîşek pêk anî. Di encamê de şervanekî QSD'ê şehîd bû û 2 birîndar bûn. -
QSD’ê civîna xwe ya asayî li dar xist
Meclisa Leşkerî ya QSD'ê bi beşdariya Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî û endamên Fermandariya Giştî civîna xwe ya asayî li dar xist. -
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Fransayê hevdîtin kir
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Ewropayê dest bi hevdîtinan kir, li Fransayê danûstandinên xwe dewam kir. -
Şêniyên Kantona Firatê bi dirûşma 'QSD hebûna me ye' meşiyan
Şêniyên Kantona Firatê bi meşeke girseyî piştgiriya xwe ya ji bo QSD’ê nîşan dan û gotin, “QSD’ê hebûna me ye.” -
'Li cihê paradîgma Rêbertî hebe, serketin û azadî misoger e'
Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Barîn Sorxwin diyar kir Rêber Apo ji bo tevahî cîhanê çavkaniya demokrasiyê ye û got, “Li cihê paradîgma Rêbertî hebe, serketin, azadî û wekhevî misoger e.” -
Ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk mitîng hat lidarxistin
Bi hezaran şêniyên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer bi daxwaza avakirina Sûriyeke demokratîk mîtîng li dar xistin. -
Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo Rêber Apo meşiyan
Ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs û Tirbespiyê yên Kantona Cizîrê bi hezaran kes li Qamişloyê li hev civiyan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan. -
Li Hesekê bi hezaran kes meşiyan: Em ê Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin
Li Hesekê bi dirûşma 'Em ê têkoşîna xwe mezin bikin, Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin' mîtîngek hate lidarxistin û bi hezaran kes tevlî bûn. -
Ji parêzerên li Kobanê banga ji bo azadiya Rêber Apo
Yekîtiya Parêzeran a Kantona Firatê û Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Kobanê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. -
Komîteya Hiqûqê ya Siwêdayê: Şam xwe nade ber berpirsyariyê
Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ya li ser krîza li Siwêdayê ji aliyê Komîteya Hiqûqê ya Bilind a Siwêdayê hate redkirin -
'Her kes bi hêviya dîtina Rêber Apo îmzeyan dide'
Bekir Ceradê anî ziman ku Rêber Apo kilîta çareseriyê ye, ji lewra her kes êdî dixwaze Rêber Apo bibîne û dawî li vê krîz û qeyranê bîne. -
Li Reqayê çeteyekî DAÎŞ’ê di operasyona QSD’ê de hate girtin
QSD’ê ragihand ku di operasyoneke ewlekariyê de li Reqayê, çeteyekî xeternak ê ku di hilberîna TNT’yê de rola wî hebû û ji bo êrîşên şaneyên DAÎŞ’ê teqemenî peyda dikir hate girtin. -
Encamnameya 5’emîn Foruma Sûriyeyê hate eşkerekirin
Li Hesekê 5'emîn Foruma Sûriyeyê bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de hate gotin ku “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk” ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û yekgirtî hêviyek e. -
5’emîn Foruma Sûriyeyê: Rêveberiya Xweser mînaka serketî ya Sûriyeyê ye
5’emîn Foruma Sûriyeyê ya ku bi dirûşma "Manîfestoya Aştî û Civakeke Demokratîk Mîsogeriya Avakirina Sûriyeya Nûjen e" li Hesekê tê lidarxistin didome. -
Li Hesekê jinan Jîna Emînî bi bîr anî
Kongra Star li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê sembola Jin Jiyan Azadî Jîna Emînî bi bîr anî. -
'Bi projeya Rêveberiya Xweser re bin'
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê di salvegera 11'emîn a êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê de daxuyaniyek da û got, "Banga me li mirovahiyê û cîhanê ye: Bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û projeya Rêveberiya Xweser re bin." -
Forûma Sûriyeyê ya 5'emîn li Hesekê destpê kir
Forûma Sûriyeyê ya 5'emîn li Hesekê destpê kir ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve bi dirûşma 'Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk - Temînata Avakirina Sûriyeya Nûjen' tê lidarxistin. -
Di civîna MSD'ê de banga avakirina eniyeke berfireh a demokratîk
Di civîna MSD'ê de hate gotin, divê eniyeke demokratîk a berfireh li hundirê welat ji bo amadekariya qonaxa veguhêz were avakirin. -
Li Reqa û Dêrazorê 61 kes hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin ku li Reqa û Dêrazorê di operasyonan de 61 kes hatin girtin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Zinar Aşmê li Kobanê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Zinar Aşmê yê 13’ê Îlona 2025’an de di encama qezaya leşkerî de li Kobanê şehîd bûbû, Li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hat veşartin. -
Ji MSD'ê li Hesekê civîna berfireh: Em bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ne
Civîna berfireh a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Hesekê destpê kir. Hevseroka MSD'ê Leyla Qereman anî ziman ku firsendeke dîrokî bi destê wan ketiye û got, armanca wan avakirina Sûriyeyeke nenavendî ye. -
Hêzên ser bi hikumeta Şamê êrîş birin ser QSD'ê
Li bejahiya Dêrazorê, komên çekdar ên ser bi hikumeta Şamê êrîş birin ser şervanên QSD'ê.