Bi sed hezaran îmze hatin berhevkirin
Li bajarê Siwêdayê gel kampanyaya îmzeyan a “Mafê Diyarkirina Çarenûsê” da destpêkirin. Di kampanyaya ku 17’ê Îlonê destpê kir de, bi sed hezaran îmze hatin berhevkirin.
Li bajarê Siwêdayê gel kampanyaya îmzeyan a “Mafê Diyarkirina Çarenûsê” da destpêkirin. Di kampanyaya ku 17’ê Îlonê destpê kir de, bi sed hezaran îmze hatin berhevkirin.
14’ê Îlonê kampanyaya "Mafê Diyarkirina Çarenûsê" ji bo Siwêdayê li ser medyaya dîjîtal destpê kiribû. Di 17’ê Îlonê de jî li bajar û bajarokên Siwêdayê jî komkirina îmzeyan ji şêniyan destpê kiribû.
Berpirsên kampanyayê diyar kir ku komkirina îmzeyan bi dawî bûye û destnîşan kir ku zêdetirî sed hezar îmze hatine komkirin. Berpirsên kampanyayê got, dê dest bi merheleya kontrolkirina îmzeyan bikin, piştre dê hejmara zelal a dawîn ragihînin.
Li gorî berpirsan, encamên kampanyayê dê ji saziyên navneteweyî re werin şandin.