ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
SOHR’ê ragihand ku li Siwêdayê hezar û 311 kes hatine kuştin
SOHR’ê ragihand ku li Siwêdayê di şerê hefteyekê de hezar û 311 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo darizandina hemû sûcdaran, hate xwestin ku lêpirsîna navneteweyî were vekirin. -
Şaha Xelîl: Ev siyaseta ku li Sûrîyê tê meşandin rê li pêşiya xeteriyan vedike
Hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Tevgara Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şaha Xelîl dîyar kir ku Hikûmeta Şamê ya demkî bi van kiryarên xwe ên li ser pêkhateyan, wê rê li pêşiya xetereyên mezin û şereke mezin ê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de veke. -
Rozîv Ehmed: ‘Mafê Hêviyê’ mafekî rewa ye
Parêzer Rozîv Ehmed got: ‘’Divê dewleta Tirk a dagirker qanûnan pêk bîne, ji ber ku tiştên dike ne qanûnî ne û divê mafê hêviyê ji Rêber Apo re were dayîn.’’ -
Nasnameyên sê şervanên QSD’ê hatin eşkerekirin
Nasnameyên 3 şervanên QSD’ê yên ku di meha Tîrmehê de şehîd bûne hatin eşkerekirin. -
MSD: Çareserî divê bi lihevkirineke neteweyî be
MSD'ê têkildarî şerê li Suwêdayê daxuyaniyek da û diyar kir ku çareserî divê bi lihevkirineke neteweyî be ku hemû Sûriyeyiyan hembêz bike. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Hisên Mihemed El Şêx hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Hisên Mihemed El Şêx ê ku di 19'ê Tîrmehê de şehîd bû, li Reqayê hat veşartin. -
Cenazeyê şehîdê QSD’ê Murad Qenber hate veşartin
Ji bo şervanê QSD’ê Murad Qenber ê 17’ê Tîrmehê şehîd bû, li goristana şehîdan a li Tebqayê merasîm hate lidarxistin. Di merasîmê de peyama dilsoziya bi têkoşîna şehîdan re û parastina destkeftiyên şoreşê hate dayîn. -
ANF’ê xwe gihand dîmenên li Nexweşxaneya Vatan a Siwêdayê ku çeteyan komkujî lê kir
Ajansa me ANF’ê dîmenên ku gava çete li Nexweşxaneya Vatan a Siwêdayê komkujiyê dike bi dest xist. -
Barrack: Hemû aliyên li Sûriyeyê li hev kirin
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack got, “Bi saeta Şamê ji 17:00’an ve hemû alî li ser bidawîkirina pevçûnan li hev kirin.” -
Ji Rêveberiya Xweser ji bo Siwêdayê alîkariya lezgîn
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rohilatê Sûriyeyê ragihand ku wan ji bo krîza mirovî ya li Siwêdayê karwanê alîkariya lezgîn amade kiriye. Eger korîdorek bi ewle were vekirin, dê karwan bi rê bikeve. -
Li Siwêdayê krîza mirovî: Bi hezaran ji bo nan di rêzê de ne
Li Siwêdayê vê siharê rêveberiya Şamê agirbest binpê kir. Li bajêr krîzeke mirovî heye. -
‘Rêveberiya Xweser û Şoreşa Rojava hêviya gelan e’
Hevserokê Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa got, Şoreşa Rojava bi pirrengiya xwe weke Hîlala Zêrîn e û wê bi ser bikeve. -
Şoreşa 19’ê Tîrmehê li navenda şoreşê hat pîrozkirin
Li Kobanê, Hesekê, Qamişlo, Reqa û Tebqayê bi hezaran Kurd, Ereb, Suryanî-Asûrî û Êzidî beşdarî pîrozbahiyên 13’emîn salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê bûn. Di pîrozbahiyan de bal kişandin ser rihê şoreşê, aştî, azadî û avakirina civaka demokratîk. -
SOHR: Ji 13’ê Tîrmehê ve herî kêm 940 kes hatin kuştin
SOHR’ê ragihand ku li Siwêda û Şamê ji ber şer û êrişan ji 13’ê Tîrmehê ve bi kêmanî 940 kes hatine kuştin. -
Ji bo Siwêdayê daxuyaniyên agirbestê
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ragihand ku wan li Siwêdayê agirbest îlan kiriye û Serokatiya Ruhanî ya Taîfeya Miwehidîn a Durzî jî got, ew ji bo agirbesta mayînde amade ne. -
YPG: Em ê têkoşîna azadiyê bi biryardarî bidomînin
Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi wesîleya salvegera 13’an a Şoreşa Rojava got, ew ê têkoşîna azadî û edaletê bi biryardarî bidomînin. -
Ji kameraya derhênerek Durzî talan û wêraniya li Suweydayê
Bajarê Suweydayê piştî ji çeteyan hate paqijkirin, derhênerek Durzî talan û wêraniya li bajêr kişand û parve kir. Bi van dîmenan re mirov asta xetereya ku gelê Durzî pê re rûbirû ne dibîne. -
Koçer: Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû cîhanê hêvî afirand
Alîkarê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer got, Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê li Sûriyeyê, li seranserî cîhanê hêvî afirand. -
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Hevseroka Desteya Kar û Barên Kedkaran a Kantona Firatê Felek Yûsif salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê pîroz kir û got, çawa ku jinê di Şoreşa Rojava de pêşengtî kir, divê li tevahî cîhanê jî bibe pêşeng. -
Rêveberiya Xweser: Destkefiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê biparêzin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 13'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê daxuyaniyek da û banga parastina deskeftiyên şoreşê û beşdarbûna avakirina Sûriyeke nû li ser bingeha nenavendîbûn û demokrasiyê kir. -
TEV-DEM: Divê em hîn zêdetir xwedî li destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê derbikevin
TEV-DEM’ê bi wesîleya salvegera 13’an a Şoreşa Rojava daxuyanî da û banga xwedî derketina li destkeftiyên şoreşê kir. -
Tê gotin, eşîrên ser bi Şamê li dijî Suwêdayê dest bi êrîşê kirin
Hate îdîakirin ku endamên 41 eşîrên Ereb ên ser bi hikumeta Şamê ji bo êrîşî xelkê Suwêdayê bikin ketin nava liv û tevgerê. -
Artêşa Sûriyeyê vekişiya, bi sedan windahî û înfazên sivîl
Civaka Durziyan û aktîvîstan bal kişand ser nediyariya aqûbeta cenazeyên bi rojan e li ser rêyan nayên rakirin û welatiyên winda û banga mudaxeleya lezgîn kirin. -
Şervanê QSD'ê Ceger Başkale şehîd bû
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanê wan Ceger Başkale (Ferhat Parlak) di encama qezaya trafîkê de şehîd bûye. -
Rêveberiya Xweser alîkariya mirovî ya lezgîn dişîne Suwêdayê
Desteya Kedkar û Karên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku alîkariya mirovî ji Suwêdayê re dişîne ku piraniya şêniyên wê Durzî ne.