Cenazeyê şehîd Baran Girê Spî li Kobanê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Baran Girê Spî ku li Reqayê şehîd bû, bi tevlîbûna sedan kesan li goristana şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê hate veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Baran Girê Spî ku li Reqayê şehîd bû, bi tevlîbûna sedan kesan li goristana şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê hate veşartin.
Şêniyên kantonên Firat û Reqayê li goristana şehîdan a Dîcleyê ya bajarê Kobanê, cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Baran Girê Spî (Hogir Ehmed Xelîl) yê ku 20`ê Tebaxa 2025`an li bajarê Reqayê şehîd bûbû, veşartin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Rêveberiya Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bedîa Miho axivî û diyar kir ku bi saya şehîdan ew gihîştine vê astê û got: "Em bi saya şehîdan li vir in. Xiyanet teqez wê bi bin bikeve, ji ber ku em gelekî xwedî israr û îrade ne. Wê ti kes li hemberî îradeya me nebe bend, teqez wê serkeftin ya me be û em ê li hemberî her cure xiyanetê bi ser bikevin."
Endamê Meclisa Leşkerî ya Kantona Firatê Mihemed Oso axivî û diyar kir ku şehîd Baran ji malbateke welatparêz e, teqez wê nifşên wiha berxwedêr weke Barana derkevin û wiha got: "Êdî wê xiyanet bi ser nekeve. Em dibêjin ku wê heta dawiyê berxwedana me li hemberî her cure destdirêjî li ser destkeftiyên gelê me, berdewam be. "
Dûre wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê wî hat kirin. Di dawiya merasîmê de, girseyê cenazeyê şehîd bi dirûşman veşart.