Leşkerên Tirk gule reşandin, li Kobanê zarokek birîndar bû
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku leşkerên Tirk ji ser sînor gule reşandin û di encamê de zarokek bi giranî birîndar bû.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku leşkerên Tirk ji ser sînor gule reşandin û di encamê de zarokek bi giranî birîndar bû.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku êrîş êvara 25'ê Tebaxê saet di 21:30'î de hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku leşkerên Tirk ji ser sînor gule li bajarê Kobanê reşandin û di vê kêliyê de zarokekî 15 salî yê li hundirê dikanê bû bi giranî birîndar bû.
Li gorî daxuyaniyê, zarokê birîndar rakirin nexweşxaneyê û tê dermankirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrîş weke 'binpêkirina vekirî ya peymanên parastina mafên mirovan ên navneteweyî' pênase kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Leşkerên Tirk bi rengekî eşkere peymanên parastina mafên mirovan ên navneteweyî binpê kirin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş birin ser jiyana sivîlan. Em van êrîşên li dijî jiyana sivîlên bêguneh şermezar dikin û careke din destnîşan dikin ku em bi biryar in gelê xwe biparêzin û aramî û ewlehiya herêmê xurt bikin."