Li Sûriyeyê di êrîşa Îsraîlê de 6 leşkerên HTŞ'ê hatin kuştin
Televîzyona dewletê ya di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ye, ragihand ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li nêzî Şamê 6 leşkerên Sûriyeyê mirin.
Televîzyona dewletê ya di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ye, ragihand ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li nêzî Şamê 6 leşkerên Sûriyeyê mirin.
Televîzyona dewletê ya ser bi hikumeta HTŞ'ê ya demkî ya li Şamê, diyar kir ku li nêzî paytext Şamê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de 6 leşker hatin kuştin.
Êrîş li herêma Keswehê ya li rojavayê Şamê pêk hat. Rayedarekî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê diyar kir ku herî kêm 3 leşker li avahiya Tumena 44'an bi êrîşa droneyê hatin kuştin.
Li gorî nûçeya SANA'yê, li gundê Tarnaja yê li platoya Golanê di êrîşa Îsraîlê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da. Wezareta Karên Derve ya hikumeta demkî êrîş şermezar kir.