Rêveberiya Xweser û heyeta DYE'yê li Ammanê hevdîtin kirin

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî li paytexta Urdun Ammanê bi heyeteke DYE'yê re hevdîtin kirin.

Ji Partiya Demokrat Senator Jeanne Shaheen ku endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê ye, ji Partiya Komarger endamê Meclîsa Nûneran Joe Wilson û Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê li Sûriyeyê Tom Barrack beşdarî hevdîtinê bûn.

Li gorî hesabên medya dîjîtal ên nûnerên Rêveberiya Xweser, di civînê de pêvajoya bicihanîna peymana 10'ê Adarê hate nirxandin ku di navbera Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî û Serokê Hikumeta Demkî ya Şamê Ahmed Şera de hate îmzekirin.

Senator Shaheen di hevdîtinê de piştgiriya Washingtonê ya ji bo QSD'ê dubare kir û işaret bi rola stratejîk a QSD'ê ya di têkoşîna li dijî terorê de kir.

Heyeta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) beriya hevdîtina li Ammanê li paytext Şamê jî bi Ahmed el Şera re rûniştibû.

Di daxuyaniya têkildarî vê hevdîtinê de jî hate ragihandin ku Senator Shaheen destnîşan kir ku divê mafên komên etnîkî û olî yên li Sûriyeyê bêne parastin.