Cenazeyê şervanê QSD’ê Yehya Mihemed li Reqayê hate veşartin

Şêniyên Reqayê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk Yehya Mihemed El Tehiş li Goristana Şehîdan veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, meclisa Kombûna Jinên Zenûbya, şêx û rûspiyên eşîran û partiyên siyasî li goristana şehîdan a Hikumiye cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Yehya Mihemed El Tehiş veşartin.

Piştî merasîma leşkerî ji fermandarên QSD’ê Arif Mesteriya axivî û diyar kir ku ew bi navê hemû hevalên Lîwayê El Şemal a Dîmokratîk û Meclisa Leşkerî ya Reqayê sersaxiyê didin malbata şehîd.

Arif wiha domand: “Şehîd Yehya kedeke mezin di foçên leşkerî de daye. Bi çalakbûn û duristbûna xwe di nava hevalên xwe de navdar bû.”

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Ehmed El Şêx axivî û got: “Şehadet, fedakariya di oxira welêt de gelek girîng e, Em ê li ser soza xwe bin û şopdarên şehîdên xwe bin.”

Piştî ku wesîqeya şehadetê ya şehîd hate xwendin radestî malbata wî hate kirin. Dûre piştî nimêja cenazeyê, girseyê cenazeyê şehîd bi dirûşmên “Bi can û xwîn em bi te re ne ey şehîd" veşartin.