Li Efrîn a dagirkirî çeteyên dewleta Tirk nahêlin şênî zeytûnên xwe berhev bikin

Li Efrîn a dagirkirî çeteyên dewleta Tirk pereyan ji şêniyan distînin û nahêlin ew zeytûnan berhev bikin.

Çeteyên "Firqet Mutesêm" ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Zeirê yê bajarokê Bilbilê gef li şêniyan xwarin ku neçin nava zeviyên zeytûnan û mewsima îsal berhev nekin. Ev gef bi taybetî li şêniyên beriya 2 salan vegeriyane Efrînê hatin xwarin.

Li hemberî wê şêniyan bertekên nerazîbûnê nîşan dan û îdiayên hikumeta Şamê ku Efrîn di bin kontrola wê de ye, red kirin.

Gundiyên ku ji ANHA'yê re axivîn diyar kirin ku wan di 2 salên dawîn de ji bo ku lêçûna avdan, ajotin û kesaxtina daran bidin, pere deyn kirine.

Şêniyan destnîşan kir ku çete tevî sîxuran li nava zeviyan geriyan, da ku serjimariyê bikin û daran ji xwe re diyar bikin.

Hemwextî wê, heta niha tevî giliyên şêniyan dîsa jî komîte û aliyên fermî yên hikumeta Şamê ya demkî destwerdan nekirine.