ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
812 kes ji Kampa Holê vegeriyan Iraqê
233 malbatên ku ji 812 kesên Iraqî yên li Kampa Holê pêk tên, vegeriyan Iraqê. -
Cenazeyê endamê TEV-DEM’ê Ebduselam Hacî hate veşartin
Bi dehan kes tevlî merasîma ku ji bo Endamê TEV-DEM’ê Ebduselam Hecî li Qamişloyê hate lidarxistin bûn. Malbata wî wiha got, “Ji bo gel û welatê xwe jiyan kir, bi têkoşîna xwe jiyana xwe bi rûmet kir.” -
Li Hesekê merasîma ji bo du şehîdan: Gelê ku şehîd daye, têk naçe
Ji bo gerîlaya HPG’ê Jiyan Meîş (Bêrîvan Hesekê) û şervanê Hêzên Komandosê Ebdul Rezaq Sekran (Lewend) merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de hate diyarkirin ku wê heya dawî rê ya şehîdan bê şopandin. -
Li Reqayê 9 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ragihandin ku di operasyona Kantona Reqayê hate pêşxistin de 9 çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin. -
FEDA û DAKB’ê her kes vexwend vekirina perestgeha Êzidiyan
FEDA û DAKB’ê, bang li her kesî kir ku di 3’yê Tebaxê de beşdarî merasîma vekirina perestgeha Êzidiyan a li gundê Durgirkê yê Amûdê hatiye avakirin, bibin. -
Ehmed El Şera wê ji sêyan yekê Parlamentoyê diyar bike
Li Sûriyeyê di meha Îlonê de wê hilbijartinên parlamentoyê bên kirin. Ji sêyan yekê parlamentoyê wê ji aliyê Ehmed El Şera ve bê diyarkirin. -
Bi dronan êrîşî Sûwêdayê dikin: Agirbest tê binpêkirin
Hêzên Hikûmeta Demkî, vê siharê li hemberî gundên Suwêdayê bi dronan êrîşên xwekujiyê pêk anîn û careke din agirbest binpê kirin. -
'Li pêş çavê min hevjînê min kuştin'
Li Suweydayê di 13’ê Tîrmehê piştî ku êrîşên HTŞ, DAÎŞ û SMO’yê qirkirinên mezin pêk hatin. Rena Kiwan anî ziman ku hevserê wî Mihemd Seqir El Berbor û birayê wê ji aliyê çeteyên girêdayî rejîma Sûriyê ve hatin qetilkirin. -
Cenazeyê Tofan Belîk û Şêx El Cebel hatin veşartin
Cenazeyê şervanên QSD’ê Tofan Belîk û Şêx El Cebel ên 26’ê Tîrmehê di encama qezaya trafîkê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristan Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê hatin veşartin. -
Li Kobanê Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk tê nîqaşkirin
Li Akademiya Civaka Demokratîk dewreya perwerdê ya bi sernavê ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kir. -
Siwêda di bin dorpêçê de ye
Dorpêça hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, hîna li ser Siwêdayê dewam dike, 36 gund wêran bûne. -
Nasnameya 5 şervanên QSD’ê hate eşkerekirin
QSD’ê nasnameya 5 şervanên xwe yên li cih û di demên cuda de şehîd bûne, eşkere kir. QSD’ê ji malbatan û gel re sersaxî xwest. -
Durziyan komîteya xwe ava kirin
Serokatiya Rûhanî a Misilmanên Miwehidîn (Durzî) ragihand ku ew ji bo parastina mafên welatiyan komîteyên xwe ava kirine. -
Hewldana êrîşê ya çeteyên DAÎŞ’ê hate têkbirin
QSD’ê ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê li Dêrazorê êrîşek pêk anî, hêzên wan demildest bersiv dane û êrîş têk birine. -
Gaziyên şer: Divê jin û ciwan ji bo serketinê erkên xwe bînin cih
Gaziyên şer der barê pêvajoya nû ya Rêber Apo daye destpêkirin gotin, “Divê herkes bi taybet jî jin û ciwan tiştên di vê pêvajoyê de ji wan tê xwestin pêk bînin û ji bo serketinê erkên xwe bînin cih.” -
Amerîka, Fransa û Sûriyeyê daxuyaniya hevbeş dan
Nûnerê Taybet ê DYA`yê yê Sûriyeyê û Wezîrên Derve yên Fransa û Sûriyeyê li Parîsê li hev civiyan. Hate ragihandin ku wê di demek nêzîk de danûstandinên di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Veguhêz de li Parîsê dest pê bikin. -
Cenazeyê şervanê HRE’yê hate veşartin
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi hezaran kes ji bo veşartina cenazeyê şervanê HRE’yê Qehreman Bilbilê hatin ba hev. Di merasîmê de qala fedakariyên şehîdan û dilsoziya bi têkoşîna azadiyê re hate kirin. -
Suwêda di nava bêdengiyê de cenazeyên xwe yên bênav vedişêre
Li Suwêdayê ku di bin êrîşa çeteyên SMO, DAÎŞ û HTŞ’ê de ye, gel cenazeyên xwe bi bêdengî vedişêre. Bi dehan cenaze beriya ku nasnameya wan diyar bibe û agahî ji malbatên wan re bê dayin têne veşartin. -
HRE: Em ê li ser rêya Qehreman Bilbil têkoşînê bidomînin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê wan Qehreman Bilbil di Tîrmeha 2025'an de dema ku li ser erka xwe bû bi qezeyekê şehîd bûye û destnîşan kir ku ew ê li ser şopa wî bimeşin. -
Nexweşxaneya El-Watenî, bû çîroka êşa gelê Siweyda...
Bijîşk û hemşîreyên ku bûn şahidê komkujiya li nexweşxaneya El-Wetanî ya Siweyda gotin, “Nexweşxane êdî ne tesîseke tenduristiyê ye, veguheriye cihê xwînrijandin û mirinê. Gelê herêmê li dijî êrîşan parastina xwe dikin.” -
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Hevdîtina ku hatibû plankirin îro di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de li paytexta Fransa Parîsê bihata lidarxistin, taloq bû. -
'Ji Lozana înkar û îmhayê ber bi şoreşa xwedî îlham ve'
Cîgira Hevserokatiya Encûmena Cîbcîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl anî ziman ku wê careke din Lozan neyê dubarekirin û wê li Rojhilata Navîn a Demokratîk a nû de xwerêvebirin tiştekî esas be. -
Li Dêrazorê êrîş: Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bû
Li gundê Sewa yê li rojavayê Dêrazorê, di êrîşeke li ser nuqteya kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bû. -
SOHR’ê ragihand ku li Siwêdayê hezar û 311 kes hatine kuştin
SOHR’ê ragihand ku li Siwêdayê di şerê hefteyekê de hezar û 311 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo darizandina hemû sûcdaran, hate xwestin ku lêpirsîna navneteweyî were vekirin. -
Şaha Xelîl: Ev siyaseta ku li Sûrîyê tê meşandin rê li pêşiya xeteriyan vedike
Hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Tevgara Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şaha Xelîl dîyar kir ku Hikûmeta Şamê ya demkî bi van kiryarên xwe ên li ser pêkhateyan, wê rê li pêşiya xetereyên mezin û şereke mezin ê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de veke.