Însiyatîfa Gel a Qamişloyê: Aştî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dibe
Şêniyên Qamişloyê di meşa 1’ê Îlonê de peyama "Aştî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve misoger dibe" da.
Şêniyên Qamişloyê di meşa 1’ê Îlonê de peyama "Aştî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve misoger dibe" da.
Însiyatîfa Gel a bajarê Qamişloyê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek li dar xist. Meş bi dirûşma "Dem dema azadiya Rêber Apo ye" hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Qamişloyê, endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî beşdar bûn.
Meş ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Apo hatin hildan û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.
Meş li Çerxarêya Şehîd Rûbar veguherî mîtîngê û bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre nameya Rêber Apo ya bi boneya 1’ê Îlonê bi zimanê Erebî ji aliyê endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Darşîn Xelîl û bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Kongra Star Bêrîvan Omer ve hat xwendin.
Li ser navê PYD’ê Telet Yûnis axivî û got: "Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê em silavên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin. Di vê qonaxa dîrokî ya hesas de Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî û civaka demokratîk bangeke dîrokî kir. Misogeriya vê bangê jî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e. Bêyî azadiya wî ya fîzîkî ti pirsgirêk çareser nebin û pêşketin çênebin."
Piştre li ser navê Kongra Star Hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şaha Xelîl axivî û got: "Îro Roja Aştiya Cîhanê ye. Lê mixabin heta roja îro me ti aştî di cîhanê de nedîtiye. Wêrankirin, koçberkirin, qetilkirin û şer heta roja îro berdewam dikin."
Şaha Xelîl bi vê boneyê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir û got " Rêber Apo xwediyê felsefeya aştî û civakek demokrat e. Em ê têkoşînê bidomînin heta wî ya fîzîkî bi dest bixin."
Mîtîng bi dirûmeya " Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.