ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Dêrazorê 51 şervan tevlî nava refên QSD'ê bûn
Ji kantona Dêrazorê 51 ciwan tevlî nava Meclîsa Leşkerî ya Kisrayê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bûn. -
Fermandarekî hêzên Siwêdayê: Armanca me parastina ax û rûmeta me ye
Fermandarê koma Fursan El Hemze Yamên Sixeyêr ê ji Siwêdayê, diyar kir ku hêzên bi navê eşîran derbasî Siwêdayê bibûn û dixwestin şer bikin, endamên Wezarata Parastinê ya Sûriyeyê bûn û destnîşan kir ku ew ê li dijî van êrîşan ax û rûmeta xwe biparêzin. -
Îsraîlê li Siweydayê hêzên hikûmeta demkî xist
Îsraîlê li gundewarê Siweydayê cihekî hêzên hikûmeta demkî û çekdarên wê bombebaran kir. Hate ragihandin ku di êrîşê de mirî û birîndar hene. -
Cenazeyê Şehîd Argeş Serhed bi girseyî hate veşartin
Cenazeyê cangoriyê ragihandina azad Karahan Lokman Ûygûn (Argeş Serhed) ku di sala 2019’an de li Metînayê birîndar bûbû û piştî tedawiya 6 salan li Rojava 10`ê Tebaxa 2025`an şehîd bûbû, li bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Ji Qamişloyê piştgirî dane kampanyaya hevdîtina bi Rêber Apo re
Du înîsiyatîfên girîng ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya dane kampanyaya navneteweyî ya ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re hatiye destpêkirin. -
Li Siwêdayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 1709ˊan
Hate diyarkirin ku li bajarê Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê hejmara kesên ku di encama êrîşên hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên wê de jiyana xwe ji dest dane, gihişt 1709’an. -
Ambargoya sotemeniyê ya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam dike
Hate diyarkirin ku nêzîkî heftiyekî ye destûr nayê dayîn ku mazot derbasî Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibe. -
Nasnameya 3 şervanên QSD’ê hate eşkerekirin
Nasnameya 3 şervanên QSD’ê yên li cihên cuda û di demên cuda de şehîd bûne, hate eşkerekirin. -
Ji bo 390 şehîdên azadiyê merasîma bîranînê
Li Hesekê ji bo 390 şervanên azadiyê ku di mehên Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê yên salên cuda de şehîd bûn, çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. -
Li girtîgehên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 56 kes hatine kuştin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di 8 mehên ewil ên sala 2025’an de li girtîgehên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê herî kêm 56 kes hatine kuştin. -
Şervanê HRE’yê Sîdar Efrîn şehîd bû
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê bi navê Sîdar Efrîn (Hisên Mihemed Nasiro) roja 17’ê Tebaxê şehîd bû. -
Bombe li gundê Era hate barandin
Hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bombe li gundê Eray ê li rojavayê Siwêdayê barand. -
Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Tekîn Goyî bi bîr anî
Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Tekîn Goyî (Îsmet Unver) di salvegera yekemîn a şehadeta wî de bi bîr anîn. -
Li Siwêdayê êrîş li 2 gundan hate kirin
Hêzên hikumeta demkî ya Şamê êrîş birin ser 2 gundên Siwêdayê. -
Li Sûriyeyê hejmara windayan ji sala 1970’î û vir ve dibe ku 300 hezarî derbas bike
Serokê komîsyona lêkolînkirina dosyaya windayan a li Sûriyeyê Muhammed Riza Calkhî, da xuyakirin ku hejmara kesên di dema rejîma Esad a bi dehan salan û şerê navxweyî yê li welêt winda bûne, dikare 300 hezarî derbas bike. -
Cenazeyên şehîdan li Hesekê û Tebqayê hatin veşartin
Cenazeyê şervanê QSD′ê Hewas Mihemed Elî li Hesekê û cenzeyê şervanê HRE′ê Hisên Nasro jî li Tebqayê hatin veşartin. Di merasîmê de soza pêkanîna armancên şehîdan û domandina têkoşînê hate dayîn. -
Çekdarên di destê hêzên Durzî de ne: Me talîmata Wezareta Sûriyeyê pêk anî
Çekdarên ji aliyê hêzên Durzî ve hatin girtin, diyar kirin ku komkujî û kiryarên li bajarê Siwêdayê, li ser fermana Wezarata Parastinê ya Sûriyeyê pêk hatin û gotin: “Talîmata qirkirina Durziyan dan û me jî ev talîmat pêk anî.” -
Li Helebê êrîşa xwekujî
Li Helebê êrîşkarekî bombeyên li ser xe teqand, lê kes birîndar nebû. -
Li Til Hemîsê êrîş
Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê ragihand ku li hemberî bendeke kontrolê ya li Til Hemîsê êrîşek hatiye kirin. -
‘Sedsala 21’an wê bibe sedsala civakeke azad û demokratîk’
Şoreşa Rojava, bi pêşengiya jinan, hem di şerê li dijî DAÎŞ’ê de û hem jî di pêvajoya avakirina civatek demokratîk û aştiyane de bûye îlham. Jinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotin, “Sedsala 21’an wê bibe sedsala civakeke azad û demokratîk.” -
Li Şamê wesayita bombebarkirî teqiya
Ajansa Nûçeyan a ser bi hikumeta demkî ya Şamê SANA'yê ragihand ku êvara Şemiyê wesayiteke bombebarkirî teqiya û tiştek bi kesî nehat. -
Foza Yûsif: Nûreddîn Sofî ji bo rûmeta mirovahiyê şer kir
Foza Yûsif qala mîrateya têkoşînê ya şehîd Nûreddîn Sofî kir û got, “Bi şoreşgeriya xwe di nava gelan de bû pireke azadiyê.” -
Li Dêrazorê rûspiyek û hevjîna wî hatin qetilkirin
Li gundewarê kantona Dêrazorê çekdarên nenas rûspiyekî êla El Bû Salih (Begara) û hevjîna wî hatin qetilkirin. -
Di operasyona li Dêrazorê de 12 gumanbar hatin girtin û 4 şervan hatin rizgarkirin
Hêzên QSD’ê di operasyona ewlehiyê ya li bajarokê Xeranîc ê li rojhilatê Dêrazorê de 12 gumanbarên ku têkiliyên wan bi DAÎŞ’ê re hene, binçav kir. 4 şervanên ku berê hatibûn revandin jî bi saxî hatin rizgarkirin. -
Cenazeyê El Elî yê li Dêrazorê şehîd bûbû, li Şedadê hate veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Ehmed Hesen El Elî bi merasîmeke bi heybet li Pakrewangeha Şehîdan a Şedadê hat veşartin.