Fermandar Ferhan Şukrî şehîd bû

Ji Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ferhan Şukrî ji ber nexweşiyê şehîd bû.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê şehadeta fermandarekî de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin yek ji efserên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ber nexweşiyeke giran şehîd bû û hate gotin: "Bi xemîgînî em şehadeta yek ji efserên xwe radighînin ku jiyana xwe da xizmeta gel û welatê xwe. Hevreyê me yê şehîd ku bi nirxên heqî û edaletê ve bawer bû, heya kêliya dawî ya jiyana xwe erka xwe bi cih dianî. "

Li gorî daxuyaniyê agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nav û paşnav: Ferhan Şukrî
Navê dayikê: Rifha Remedan
Navê bav: Mihemed Salih
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hasûd- 1959
Cih û dîroka tevlêbûnê: Tirbespiyê- 1’ê Adara 2012
Cih û dîroka şehadetê: Tirbespiyê-18’ê Îlona 2025

Di dawiya daxuyaniyê de ta pêkanîna azad û rûmetê soza domdina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên gel hat dayîn.