ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Îsraîlê êrîş bir ser Şamê: Mirî û birîndar hene
Hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê baregeha Tûgaya 79’an a li herêma Hercele ya Şamê, bombebaran kir û di heman demê de Çiyayê Manî hedef girt. Tê diyarkirin ku di êrîşan de mirî û birîndar hene. -
Li Sûriyeyê ‘Meclîsa Siyasî ya Navîn û Rojavayê Sûriyeyê’ hate ragihandin
Meclîsa Siyasî ya Navîn û Rojavayê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê damezrandina xwe ragihand. Meclîsê diyar kir ku pratîkkirina “pergala federasyonê” çareserî û bidawîbûna şer e. -
Li Sûriyeyê di êrîşa Îsraîlê de 6 leşkerên HTŞ'ê hatin kuştin
Televîzyona dewletê ya di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ye, ragihand ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li nêzî Şamê 6 leşkerên Sûriyeyê mirin. -
Xeteriya li ser jiyana zarokê li Kobanê birîndar bû, dewam dike
Li ser jiyana zarokê 15 salî yê bi navê Welat Horan ku di encamê êrîşa dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûbû, xeterî heye. -
Ferzende Mûnzûr: Pêngava 'Dixwazim Ocalan bibînim' wê heta encamgirtinê dewam bike
Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr diyar kir ku pêngava 'Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim' wê heta encamgirtinê dewam bike û ev daxwaz ji saziyên neteweyî û navneteweyî re bê ragihandin. -
Rêveberiya Xweser û heyeta DYE'yê li Ammanê hevdîtin kirin
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî li paytexta Urdun Ammanê bi heyeteke DYE'yê re hevdîtin kirin. -
Leşkerên Tirk gule reşandin, li Kobanê zarokek birîndar bû
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku leşkerên Tirk ji ser sînor gule reşandin û di encamê de zarokek bi giranî birîndar bû. -
Heyeta DYE’yê bi Mazlûm Ebdî û El Şara re hevdîtin kir
Heyeteke payebilind a ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Serokkomarê Hikumeta Demkî ya Şamê Ahmed El Şara re hevdîtin kir. -
Şara wê tevlî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe
Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ahmet el Şara wê beşdarî civînên 80'emîn ên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) yên meha Îlonê yên li New Yorkê bibe. -
Li Sûriyeyê ji bo dîtina Rêber Apo îmze têne komkirin
Di çarçoveya kampanya dîtina Rêber Apo de ku li qada navneteweyî tê meşandin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kampanya îmzeyan tê meşandin. Armanc jê komkirina hezar îmzeyî ye. -
Li Efrîn a dagirkirî çeteyên dewleta Tirk nahêlin şênî zeytûnên xwe berhev bikin
Li Efrîn a dagirkirî çeteyên dewleta Tirk pereyan ji şêniyan distînin û nahêlin ew zeytûnan berhev bikin. -
Li nêzî Bendava Tişrînê êrîşa bi SÎHA
SÎHA’yên dewleta Tirk derdora Bendava Tişrînê bombe kirin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Yehya Mihemed li Reqayê hate veşartin
Şêniyên Reqayê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk Yehya Mihemed El Tehiş li Goristana Şehîdan veşartin. -
QSD`ê êrîşekî komên çekdar ên hikumeta Şamê têk bir
Komên çekdar ên girêdayî hikumeta Şamê êrîşê nuqteyeke Meclisa Leşkerî ya Kesrayê kirin. Hate ragihandin ku hêzên Meclîsê bersivê dane êrîşê û gelek êrîşkar birîndar bûn. -
QSDˊê nasnameyên du şervanên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSDˊê nasnameyên du şervanên xwe ku di meha Tebaxê de di dem û cihên cuda de şehîd bûne, eşkere kir. -
Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî hilbijartinê: Şam siyaseta xwe ya înkarê rewa dike
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî hilbijartinên parlamentê da ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê dixwaze meha Îlonê pêk bîne. -
'Banga Rêber Apo aştiyê tîne Rojhilata Navîn'
Parêzer Mustefa Şêx Mislim anî ziman ku banga Rêber Apo aştiyê ji tevahî Rojhilata Navîn re tîne û got, "Divê êdî demildest Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe." -
Cenazeyê şehîd Baran Girê Spî li Kobanê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Baran Girê Spî ku li Reqayê şehîd bû, bi tevlîbûna sedan kesan li goristana şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê hate veşartin. -
Li Helebê cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyên şervanê QSD`ê şehîd Zagros Botan û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Elûş bi merasîmekî veşartin. -
Yekîtiya Bijîşkan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Divê şandeyek navneteweyî ya bijîşkan biçe Îmraliyê
Di konferansa li Qamişloyê de îşaret bi misogerkirina mafên tenduristiyê yên Rêber Apo û daxwaza venêrîna navneteweyî hate kirin û rola pêşeng a jinan di qadên civakî û tenduristiyê de derket pêş. -
Di operasyona DYE'yê de li Idlibê serçeteyê DAÎŞ'ê hat kuştin
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE'yê (CENTCOM) ragihand ku şeva 19'ê Tebaxê li bejahiya Idlibê ya Sûriyeyê di operasyona hewayî de yek ji rêveberên payebilind, yek ji fînansorên sereke yên DAÎŞ'ê hate kuştin. -
Şam wê bi Îsraîlê re 'peymana ewlekariyê' îmze bike!
Li gorî nûçeya rojnameya Independent Arabia, Sûriye û Îsraîl wê 25'ê Îlonê peyameke ewlekariyê îmze bikin, ku DYE piştgiriya wê dike. -
Li Konseya Ewlehiyê ya NY’ê hişyariya Sûriyeyê: Dibe ku tundî dîsa zêde bibe!
Li Konseya Ewlehiyê ya NY’ê di nîqaşên Sûriyeyê de hate destnîşankirin ku unsûrên biyanî yên li welêt ji bo ewlehî û pêvajoya siyasî gef in. -
Şervanê QSD'ê Mihemed el Hîsanî hate veşartin
Şervanê QSD'ê Mihemed Mutai El Hîsanî li Şehîdgeha Hikumiyê ya li Reqayê hate veşartin. -
Li Dêrikê bîranîna 146 şehîdan
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê 146 şervanên azadiyê yên ku mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê di sal û deverên cuda de şehîd bûn, bi bîr anî.