Ji bo şehîd Raqîb Biraq El Hebîb li kantona Cizîrê merasîm hate lidarxistin

Şêniyên bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê îro bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Raqîb Biraq El Hebîb ku di 21`ê Îlonê de ji ber krîza dil şehîd bûbû, veşartin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid El Ebdullah axivî got: "Şehîd namirin, lê di bîra gelan de dimînin. Şehadet ne tunebûn an mirin e.”

Endamê Hêzên Xweparstinê Mihemed El Ehmed, behsa hin taybetmendiyên şehîd Rexîb kir û got: "Şehîd wateyên herî bilind ên dîsîplîn û fedakariyê temsîl dikir. Wî fêrî me kir ku leşkertî ne tenê tifingek e, lê belê ruh, wefadarî û biryardariyeke bêdawî ye."

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Taha El Hisên jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û behsa cih û rûmeta şehîdan a di ola îslamê de kir.

Pitştî axaftinan belgenameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Piştî nimêjê, cenazeyê şahîd hate veşartin.