Li Sûriyeyê di nava mehekê de 267 kes mirin
Di nava meha Îlonê de li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ne û li herêmên ji aliyê çeteyên ser bi dewleta Tirk ve hatine dagirkirin 267 kes hatin kuştin.
Di nava meha Îlonê de li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ne û li herêmên ji aliyê çeteyên ser bi dewleta Tirk ve hatine dagirkirin 267 kes hatin kuştin.
Di nava meha Îlonê de li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ne û li herêmên ji aliyê çeteyên ser bi dewleta Tirk ve hatine dagirkirin 267 kes hatin kuştin. Ev bûyer li Şam û gundên derdora wê, li Hûms, Hama, Lazkiye, Heleb, Tartûs, Idlib, Dera û Dêrazorê rû dan.
Li gundê Um Tina yê ser bi bajarê Dêr Hafir ê li rojhilatê Helebê jî di êrîşa bi droneyan de ya çekdarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, komkujiyek hate kirin. Di êrîşê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Bi ber teqîna mayinan, bermahiyên şer an jî gulereşandina li derdorê nêzî 20 zarok û 15 jin hatin qetilkirin.
Meha Tebaxê li herêmên di bin kontrola Hikumeta Demkî de ne û li herêmên dagirkirî 166 kes hatin kuştin.