Li Tartûsê kesekî Elewî ji ber mezheba xwe hate kuştin
Hate ragihandin ku li bajarê Tartûs ê Sûriyeyê, kesekî Elewî ji ber mezheba xwe ji aliyê hêzên ser bi hikumeta demkî ve hate kuştin.
Hate ragihandin ku li bajarê Tartûs ê Sûriyeyê, kesekî Elewî ji ber mezheba xwe ji aliyê hêzên ser bi hikumeta demkî ve hate kuştin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî bûyer li gundê Izraîl ê navçeya Direkîşê li bendeke kontrolê qewimî. Hêzên ewlekariyê kesekî Elewî sekinandin, jê xwestin ku dirûşmên li derveyî mirovahiyê biqîre û piştre jî weke kûçikan bike ewt ewt. Kesê ku ev yek red kir, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate kuştin.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku bûyer 'ji ber mezhebê' qewimî. Hate ragihandin ku kesê hate kuştin cenazeyê wî birin Nexweşxaneya Direkîşê û piştre radestî malbata wî kirin.