Hikûmeta veguhêz li Siwêdayê êrîşa bi dronê pêk anî
Hêzên hikumeta veguhêz li Siwêdayê êrîşa bi dronê pêk anî, di encama êrîşê de 2 kes birîndar bûn.
Hêzên hikumeta veguhêz li Siwêdayê êrîşa bi dronê pêk anî, di encama êrîşê de 2 kes birîndar bûn.
Hêzên hikumeta veguhêz berbanga îro bi dronekê bajarokê Mecdel ê gundewarê rojavayê Siwêdayê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 kes birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku jêdera bombebaranê, hêzên hikumeta veguhêz ên li gundên derdora aliyê îdarî yê Siwêdayê bi cih bûne ye. Çavkaniyan dane zanîn ku ji ber êrîş zerarên madî çêbûne û rewşek bi tirs li bajarokê derketiye.
Di heman demê de li gundên Kenakir ên rojavayê Siwêdayê jî êrîşek bi heman şêwazî hat kirin. Li gorî agahiyan dronek beşdarî êrîşê bibû hat xistin. Heya niha der barê bûyerê de tu daxuyaniyên fermî nehatin dayîn.