Ji QSD'ê operasyon: 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir ku li Dêrazorê şaneyeke DAÎŞ'ê hate têkbirin û 3 endamên şaneyê hatin girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir ku li Dêrazorê şaneyeke DAÎŞ'ê hate têkbirin û 3 endamên şaneyê hatin girtin.
Di daxuyaniya nivîskî de hate ragihandin ku li gundê Tigêhî yê li rojhilatê Dêrazorê şaneyeke DAÎŞ'ê ya ji 3 kesan hate têkbirin.
QSD'ê diyar kir ku endamên şaneya DAÎŞ'ê hewl didan ji bo têkbirina aramî û ewlehiya herêmê amadekariya êrîşê dikirin û got, "Hêzên me liv û tevgera şaneya çeteyan şopandin, cihê lê bûn dorpêç kirin û bêyî ku windahiyekê bide endamên şaneyê girtin."
Li gorî daxuyaniyê, li gel çeteyan hin çek û belge jî hatin bidestxistin.