Li dijî Taxa Şêxmeqsûdê êrîş: 3 êrîşkar birîndar bûn

Hêzên hikûmeta demkî ya Şamê êrîşî bendeke ewlekariyê ya li Taxa Şêxmeqsûdê kir. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrîşê da. Hat ragihandin ku 3 êrîşkar birîndar bûn û droneke jî hatiye xistin û wesayîteke komên çekdar hatiye desteserkirin.

Komên çekdar ên ser bi hikûmeta demkî ya Şamê ve êrîş birin ser bendeke kontrolê ya li Taxa Şêxmeqsûdê. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrîşê da. Di êrîşê de 3 endamên çekdar ên hikûmeta demkî ya Şamê birîndar bûne û droneke jî hatiye xistin û wesayîteke komên çekdar hatiye desteserkirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin ku êrîş li herêma Şerxerêya Şîhanê hatiye kirin û hêzên wan bi tundî bersiv daye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ji bo parastina ewlehiya gel, dabînkirina aştîyê li herêmê û li hemberî her cure hewldanên ku gefê li ewlehiya sivîlan dixwe, tedbîr wê bên girtin.