Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Yehya El Hemûd şehîd bû

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Yehya El Hemûd 26’ê Tebaxê li Hesekê şehîd bûye.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê şehadeta endamekî xwe ragihand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Dêrazorê Yehya El Mehmûd dema erka xwe bi cih dianî li Hesekê şehîd bû.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin "Em sersaxiyê ji xwe û ji malbata şehîd re dixwazin. Em bejna xwe li pêşiya fedakariyên şehîdên me yên leheng re ditewînin ku ji bo parastina gelê xwe berdêlên giran dane. Em ê şopdarên rêya şehîdan bin heya ku ewlehî û aştî li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk werin."

Agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nav û paşnav: Yehya El Mehmûd

Navê dayikê: Nofa

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Til Hemîs-01-01-1990

Cih û dîroka tevlêbûnê: 14-03-2024

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê-26-08-2025.