Li Dêrikê meşa ji Rêber Apo re azadî
Li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê ji bo azadiya Rêber Apo bi sedan kes meşiyan.
Li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê ji bo azadiya Rêber Apo bi sedan kes meşiyan.
Bi sedan şêniyên Dêrikê û gundewarê wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan. Meş ji Meydana Şehîdan destpê kir. Meşvan di nava bazara navendî ya Dêrikê re derbas bûn, posterên Rêber Apo hildan û dirûşmeyên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berz kirin. Şênî heta bi Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan meşiyan.
Li wir li ser navê Kongreya Star Sîham Dawûd axivî û diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî bûye giringiyek û wiha dom kir: “Ji bo ku aştî û ewlehî li Rojhilata Navîn belav be û hevgirtina civakî xurt be, pêwîstî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye. Li kêleka wê jî divê çareserî û ramanên ku Rêbertî ji bo demokrasî û aştiya li cîhanê pêşkêş dike, werin belavkirin."
Sîham di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan a di tekoşîna azadiyê de û ev tişt anî ziman: “Me jinan nêrîn û têkoşîna xwe ya ji bo avakirina civakeke demokratîk a saxlem ji fikrên Rêber Apo wergirtine. Ji lew re bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî bingeha xebata me ye."
Piştî axaftinê meş bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.