Li Reqayê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin

QSD'ê rgaihand ku li bejahiya Reqayê hewldana êrîşê ya çeteyên DAÎŞ'ê hatiye şikandin. Di şer de 2 çete hatin kuştin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) eşkere kir ku şaneyek çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî nuqteyeke wan a li gundewarê kantona Reqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kiriye.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê li ser mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin: "Şeva yekşemê, saet 11.50'î (31'ê Tebaxê) hêzên me, QSD'ê bersiva êrişeke xwekujî ya şaneyeke terorîst ku tê gumankirin a rêxistina DAÎŞ'ê ya terorîst e, têk bir. Êrîş li dijî nuqteyeke hêzên me ya li gundewarê bakurê bajarê Reqayê pêk hat.

Di bersivdana êrişkaran de yek ji terorîstan birîndar bû û bi kemera li xwe kiribû xwe teqand. Şervanên me di şer de terorîstê din kuştin.

Di dema hêzên me bersiva êrişê didan de 3 şervanên me bi sivîkî birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyê û rewşa wan baş e.

Hêzên me, QSDˊê diyar kir ku em di amadekariyên bilind de ne, em bi ser şaneyên rêxistina DAÎŞ'ê ya terorîst û rêxistinên din ên terorîst de digirin, bersiva tevahî hewldanên têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didin."