Li Holê ji bo azadiya Rêber Apo meşekî girseyî hat lidarxistin

Bi hezaran kes li bajarê Holê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û piştevaniya QSD’ê meşiyan. Gireyê peyama, “Azadiya Rêber Apo mifteya aştiya Rojhilata Navîn e” dan.

Meclisa bajarê Holê ya kantona Cizîrê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek girseyî li dar xist. Şêx û rûspiyên eşîran, nûnerên partiyên siyasî û endamên saziyên sivîl jî di nav de, bi sedan şênî beşdarî meşê bûn.

Girse ku ji pêşiya avahiya Perwerdeyê heya qada Mezin a naverasta bajêr meşiyan, dirûşmên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û piştevaniya bi QSD’ê re berz kirin.

Meş li qada Mezin rawestiya û veguherî mîtîngê. Li vir bi navê Kongra Star Nîroz El Hemed axivî. Nîroz di axaftina xwe de bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û got, banga Rêber Apo banga rawestandina şer li Rojhilata Navîn e û banga demokrasî azadiya gelên herêmê herêmê ye.

Nîroz di dewama axaftina xwe de piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman û got, QSD’ê li hemberî hemû êriş û xetereyên li ser herêmê mertalên asê ne.

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ezîz Qamişlo jî di mîtîngê de axivî û destnîşan kir ku aştî bi dirûşman nayê avakirin, lê bi berdêl û têkoşînê ava dibe.

Ezîz Qamişlo jî îşaret bi berxwedana QSD, YPJ  û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û diyar kir ku van hêzan ji bo parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdêlên giran dan û hîna jî didin.

Ezîz Qamişlo anî ziman ku bêyî rêberên ku ji bo azadî û edaletê tê dikoşîn aştiyeke rasteqîn pêk nayê û ev peyam da, "Ji vir em dengê xwe bilind dikin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin. Rêber Abdullah Ocalan sembola ramanên demokratîk û xwişk û biratiya gelan e. Azadiya gelan bi azadiya rêberên wan ve girêdayî ye."

Di dewama mîtîngê de ji rêveberên Meclisa Bajarê Holê Elaa El Xelef jî got, ji bo cîhaneke azad û aştiyane û bi rûmet ava bibe têkoşînek bêhempa pêwîst e û ev li gotinên xwe zêde kir "Îro derfetek e ku em girîngiya xurtkirina lihevhatin û rêzdariya li hemberî mafên tevahiya mirovan bînin bîra cîhanê."

Elaa El Xelef jî piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman û wekî sembola berxwedana li hemberî zilmê pênase kir. El Xelef bi domdarî got: "QSD’ê parêzvanên aştî û azadiyê li Rojhilata Navîn in. "

El Xelef anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mafekî rewa ye û wiha dawî li axaftina xwe anî "Bêyî rêzdariya li hemberî mafên mirovan ên derbirîn û azadiyê ne mumkin e edalet pêk were."

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û piştgiriya QSD’ê bi dawî bû.