ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
2 şervanên QSD’ê şehîd bûn
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku şervanê wan Diyar (Mihemed Beyrem Ereb) ji ber krîza dil û Rûbar Dirbêsiyê (Samî Qihêt El Ugle) jî ji ber qezaya leşkerî, şehîd bûn. -
Ji QSD'ê li Kampa Holê operasyona li dijî şaneyên DAÎŞ'ê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Kampa Holê ya li başûrê Hesekê li hemberî şaneyên DAÎŞ'ê operasyoneke berfireh a ewlekariyê pêk anîn. Di encamê de du serçeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. -
Li Sûriyeyê alimê olî yê Şîa hate qetilkirin
Li herêma Hûmsê ya Sûriyeyê di encama êrîşeke çekdarî de oldarekî naskirî yê Şîa hate kuştin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiyên kêyxweşiyê
Piştî zêdetirî 26 salan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kêfxweşiya dîtina Rêber Apo ji nû ve, derketin qadan û şahî li dar xistin. -
Naveroka civîna li Şamê: Divê Peymana 10'ê Adarê bê pêkanîn
Di civîna di navbera nûnerên Rêveberiya Xweser û rayedarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, mijarên zehmetiyên rûbirûyî bicihanîna peymana 10’ê Adarê, pêkanîna sozên girêdayî dosyaya koçberan û dîtina mekanîzmayên yekkirina saziyan hatin rojevê. -
'Îro li Kobanê bi rengê Rêber Apo rojeke cuda hilatiye'
Dayîkên ji Kobanê anîn ziman ku ew îro ji ber dîtina dîmenên Rêber Apo gelekî kêfxweş û diyar kirin ku îro li Kobanê bi rengê Rêber Apo rojeke cuda hilatiye. -
Rêveberiya Xweser li dijî şewatên li Lazqiyeyê karwanê piştgiriyê şand
Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mudaxilekirina şewatên ku 7 roj in li perava Sûriyeyê dewam dike, karwaneke piştgiriyê şand. -
Civîna navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta demkî destpê kir
Civîna navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê destpê kir. Nûnerên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Fransayê jî tevlî civînê bûn. -
‘Sûriyeyeke demokratîk bi projeya Rêveberiya Xweser pêkan e’
Ehmed Xoce anî ziman ku Sûriyeyeke ne navendî tenê bi modela Rêveberiya xweser û azadiya jinê pêkan e. -
Çeteyên dewleta Tirk êşkence li kalekî kirin
Çeteyên di bin rêveberiya dewleta Tirk de, li gundê Çiyê yê Raco ya dagirkirî êşkence li Berdî Elî yê 70 salî kirin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Têkoşer hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Egîd Têkoşer ku di qezaya trafîkê de şehîd bibû, li Qamişloyê hat veşartin. -
QSD: 2 şervanên me şehîd bûn
QSD’ê ragihand ku 2 şervanên wan di encama qezayê de şehîd bûn. -
‘Ji bo yekîtiya Sûriyeyê divê dawî li polîtîkayên wêdekirinê bê anîn’
Endama Konseya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif diyar kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di amadekariyên ji bo destûr û parlamentoya nû de rêbaza wêdekirinê didomîne û beşdariya takekesî wê îradeya gel temsîl neke. -
Desthilatdariya Şamê amblema xwe ya nû ya 'neteweyî' da nasandin
Rayedarên hikumeta demkî ya li Şamê amblema neteweyî ya nû eşkere kirin. Hate ragihandin ku amblem wê di demeke nêz de di belgeyên fermî de cih bigire. -
QSD'ê li Dêrazorê pêşî li êrîşeke mayinan girt
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku li herêmeke li rojhilatê Dêrazorê, mayineke çeteyên DAÎŞ'ê hatiye bêbandorkirin. -
Cenazeyê şervanê QSD'ê Elî Mihemed bi girseyî hat veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê Elî Mihemed Ehmed ku 1’ê Tîrmehê li Eyn Îsayê li ser erka xwe şehîd bûbû, îro ji aliyê bi sedan kesî ve hat veşartin. -
Li Kampa Holê çeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin
Li kampa Holê di operasyona Tîmên Operasyonên Leşkerî yên QSD’ê de çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin. -
Bendavên dewleta Tirk Çemê Efrînê ziwa dike
Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Sûriyeyê diyar kir ku ji ber polîtîkayên çêkirina bendavan ên Tirkiyeyê Çemê Efrînê hema bibêje li ber ziwabûnê ye. -
Li Sûriyeyê teqîn û êrîşên çekdarî didomin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li deverên cuda yên Sûriyeyê di encama bûyerên tundiyê de herî kêm 19 sivîl û çekdar hatine kuştin. -
Gaziyan şehîd Zîlan bi bîr anîn
Gerîlaya azadiyê Zîlan (Zeynep Kinaci) di 29’emîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê gaziyan ve hate bîranîn. -
Eşkere bû ku pêwendiya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê yekser bi qetilkirina Elewiyan heye
Ajansa Nûçeyan a Reutersê gihîşt wan delîlan ku nîşan dide, di dema komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê de Berdevkê Wezareta Parastinê Hasan Abdul Ghani bi rêya Telegramê komkujî koordîne kiriye. -
Şehîd Zîlan li Kantona Firatê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) bi beşdariyan sedan kesan li Kantona Firatê hat bibîranîn. -
Li Hesekê û Til Temirê çalakiyên bîranîna şehîd Zîlan
Di 29’emîn salvegera çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan de, Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê li Hesekê navendek vekir û li Til Temirê çalakiya bîranînê hate lidar xistin. -
Şervanê QSD'ê Ceger Hesekê di qezaya perwerdeyê de şehîd bû
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanê wan Ceger Hesekê (Mihemed Hesen Necîm) 28'ê Hezîranê di dema perwerdeyê de ji ber qezayê şehîd bû. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ceger Hesekê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ceger Hesekê li gundê Berkevir ê girêdayî Dirbêsiyê hat veşartin.