Cenazeyê yek ji pêşengên şoreşê Nûreddîn Sofî tînin Qamişloyê

Cenazeyê yek ji pêşengên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûreddîn Sofî îro tînin Qamişloyê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya xwe ya 11'ê Tebaxa 2025'an de diyar kir ku Nûreddîn Sofî yê sala 1990'î tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û sala 2013'an di nava Şoreşa Rojava de bi rola pêşengiyê rabû, di 6'ê Nîsana 2021'ê de şehîd bû.

Piştî îlankirina şehadetê, li Qamişlo konê sersaxiyê hat vedan. Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê jî dest bi amadekariyên merasîmê kir.

Li gorî agahiyên ku meclisê dane, cenazeyê fermandar Nûredîn Sofî wê îro ji Morga Nexweşxaneya bajarê Dêrikê, bi karwanekî mezin bînin bajarê Qamişlo.

Karwanê cenaze wê li bajarên Girkê Legê, Çilaxa û Tirbesipiyê ku li ser rêya Qamişlo ne, bi girseyî bê pêşwazîkirin.

Piştî cenaze giştî Qamişlo, wê Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê saet di 17.00’an de merasîmek girseyî bê çêkirin.