Şervanê ku di êrîşa DAÎŞ’ê de birîndar bibû, şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamekî wan ê ku di encama êrîşa DAÎŞ’ê de birîndar bibû, li Dêrazorê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin şehîd bû.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê şehadeta endamekî xwe li Dêrazorê ragihand.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

Endamekî me ku di êrişa çeteyan di 6’ê vê mehê de birîndar bibû û li kantona Dêrazorê dihate dermankirin şehîd bû.

Nav û paşnav: Mihemed El Sitam

Navê dê: Wedha

Navê bav: Fozî

Cih û dîroka jidayikbûnê: Zîban 1989

Cih û dîroka tevlîbûnê: Zîban 15 – 01 - 2018

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazorê 14 – 05 - 2025 

Em bi navê Hêzên Ewlekariya Hudirîn sersaxiyê ji xwe û ji malbata şehîd Mihemed El Sitam re dixwazin û bejina xwe li ber şehîdan ditewînin û soz didin ku em ê li ser rêya wan bin heya ku aramî û ewlehiyê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger bikin.