Li Qamişloyê amadekariya ji bo merasîma veşartina şehîd Nûreddîn Sofî

Cenazeyê yek ji pêşengên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fermandar Nûreddîn Sofî bi konvoyeke ji hezaran kesî ji Dêrikê dibin Qamişloyê.

Ji vê sibehê ve, bi hezaran xelkê kantona Cizîrê bi hemû pêkhate, eşîr û mezhebên wê berê xwe da Morga Nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê, da ku cenazeyê şehîd Nûredîn Sofî veguhêzin bajarê Qamişloyê.

Bi sedan şênoyên Girkê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê li ser rêyan li benda karwanê cenaze ne ku tev lê bibin û dûre tev li merasîmê bibin.

Piştî cenaze gihaşt Qamişloyê, dê li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê saet di 17.00’an de merasîmeke girseyî bê çêkirin û piştre cenaze li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan bê definkirin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê duh (11 Tebax 2025) bi daxuyaniyekê aşkera kir ku fermandar Nûredîn Sofî yê ji sala 1990’î ve di nava refên têkoşîna azadiya Kurdistanê de cih girt û ji sala 2013’an ve jî pêşengiya Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir, şehîd bûye.