ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şervanê QSD’ê Hisên Mihemed El Şêx hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Hisên Mihemed El Şêx ê ku di 19'ê Tîrmehê de şehîd bû, li Reqayê hat veşartin. -
Cenazeyê şehîdê QSD’ê Murad Qenber hate veşartin
Ji bo şervanê QSD’ê Murad Qenber ê 17’ê Tîrmehê şehîd bû, li goristana şehîdan a li Tebqayê merasîm hate lidarxistin. Di merasîmê de peyama dilsoziya bi têkoşîna şehîdan re û parastina destkeftiyên şoreşê hate dayîn. -
ANF’ê xwe gihand dîmenên li Nexweşxaneya Vatan a Siwêdayê ku çeteyan komkujî lê kir
Ajansa me ANF’ê dîmenên ku gava çete li Nexweşxaneya Vatan a Siwêdayê komkujiyê dike bi dest xist. -
Barrack: Hemû aliyên li Sûriyeyê li hev kirin
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack got, “Bi saeta Şamê ji 17:00’an ve hemû alî li ser bidawîkirina pevçûnan li hev kirin.” -
Ji Rêveberiya Xweser ji bo Siwêdayê alîkariya lezgîn
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rohilatê Sûriyeyê ragihand ku wan ji bo krîza mirovî ya li Siwêdayê karwanê alîkariya lezgîn amade kiriye. Eger korîdorek bi ewle were vekirin, dê karwan bi rê bikeve. -
Li Siwêdayê krîza mirovî: Bi hezaran ji bo nan di rêzê de ne
Li Siwêdayê vê siharê rêveberiya Şamê agirbest binpê kir. Li bajêr krîzeke mirovî heye. -
‘Rêveberiya Xweser û Şoreşa Rojava hêviya gelan e’
Hevserokê Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa got, Şoreşa Rojava bi pirrengiya xwe weke Hîlala Zêrîn e û wê bi ser bikeve. -
Şoreşa 19’ê Tîrmehê li navenda şoreşê hat pîrozkirin
Li Kobanê, Hesekê, Qamişlo, Reqa û Tebqayê bi hezaran Kurd, Ereb, Suryanî-Asûrî û Êzidî beşdarî pîrozbahiyên 13’emîn salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê bûn. Di pîrozbahiyan de bal kişandin ser rihê şoreşê, aştî, azadî û avakirina civaka demokratîk. -
SOHR: Ji 13’ê Tîrmehê ve herî kêm 940 kes hatin kuştin
SOHR’ê ragihand ku li Siwêda û Şamê ji ber şer û êrişan ji 13’ê Tîrmehê ve bi kêmanî 940 kes hatine kuştin. -
Ji bo Siwêdayê daxuyaniyên agirbestê
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ragihand ku wan li Siwêdayê agirbest îlan kiriye û Serokatiya Ruhanî ya Taîfeya Miwehidîn a Durzî jî got, ew ji bo agirbesta mayînde amade ne. -
YPG: Em ê têkoşîna azadiyê bi biryardarî bidomînin
Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi wesîleya salvegera 13’an a Şoreşa Rojava got, ew ê têkoşîna azadî û edaletê bi biryardarî bidomînin. -
Ji kameraya derhênerek Durzî talan û wêraniya li Suweydayê
Bajarê Suweydayê piştî ji çeteyan hate paqijkirin, derhênerek Durzî talan û wêraniya li bajêr kişand û parve kir. Bi van dîmenan re mirov asta xetereya ku gelê Durzî pê re rûbirû ne dibîne. -
Koçer: Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû cîhanê hêvî afirand
Alîkarê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer got, Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê li Sûriyeyê, li seranserî cîhanê hêvî afirand. -
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Hevseroka Desteya Kar û Barên Kedkaran a Kantona Firatê Felek Yûsif salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê pîroz kir û got, çawa ku jinê di Şoreşa Rojava de pêşengtî kir, divê li tevahî cîhanê jî bibe pêşeng. -
Rêveberiya Xweser: Destkefiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê biparêzin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 13'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê daxuyaniyek da û banga parastina deskeftiyên şoreşê û beşdarbûna avakirina Sûriyeke nû li ser bingeha nenavendîbûn û demokrasiyê kir. -
TEV-DEM: Divê em hîn zêdetir xwedî li destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê derbikevin
TEV-DEM’ê bi wesîleya salvegera 13’an a Şoreşa Rojava daxuyanî da û banga xwedî derketina li destkeftiyên şoreşê kir. -
Tê gotin, eşîrên ser bi Şamê li dijî Suwêdayê dest bi êrîşê kirin
Hate îdîakirin ku endamên 41 eşîrên Ereb ên ser bi hikumeta Şamê ji bo êrîşî xelkê Suwêdayê bikin ketin nava liv û tevgerê. -
Artêşa Sûriyeyê vekişiya, bi sedan windahî û înfazên sivîl
Civaka Durziyan û aktîvîstan bal kişand ser nediyariya aqûbeta cenazeyên bi rojan e li ser rêyan nayên rakirin û welatiyên winda û banga mudaxeleya lezgîn kirin. -
Şervanê QSD'ê Ceger Başkale şehîd bû
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanê wan Ceger Başkale (Ferhat Parlak) di encama qezaya trafîkê de şehîd bûye. -
Rêveberiya Xweser alîkariya mirovî ya lezgîn dişîne Suwêdayê
Desteya Kedkar û Karên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku alîkariya mirovî ji Suwêdayê re dişîne ku piraniya şêniyên wê Durzî ne. -
Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê êrîşên li ser Siwêdayê şermezar kir
Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê êrîşên li ser bajarê Siwêdayê şermezar kir û bang li desthilata demkî kir ku bi erka xwe rabe. -
SOHR: Li Suwêdayê hejmara qurbaniyan gihîşt 248 kesî
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku li bajarê Suwêda yê li başûrê Sûriyeyê, di şer de ji roja Yekşemê û vir ve 248 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
YPJ: Êrîşên li ser gelê Druzî li dijî mirovahiyê ne
YPJ: “Kesên hedef tên girtin zarok, jin û gelê me yên sivîl e. Ev êrîşên bê sînor talankirina gund heta êrîşa li dijî rûmeta mirovan armanca tinekirina çanda gelê me yên Durziyan di hindurê xwe de dihewîne.” -
QSD’ê nasnameyên 4 şervanên par şehîd bûne eşkere kir
QSD’ê nasnameyên 4 şervanên ku di sala 2024’an de di berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî de şehîd bûne, eşkere kir. -
Şamê li Suwêdayê 'agirbesta tam' ragihand
Piştî şerê ku serê sibehê di navbera hêzên hikumeta demkî û şervanên xwecihî yên Suwêdayê qewimî, Wezîrê Parastinê Murhaf Ebu Kasra roja Sêşemê ragihand ku agirbesta tam hatiye ragihandin.