Rêveberiya Xweser alîkariya mirovî ya lezgîn dişîne Suwêdayê

Desteya Kedkar û Karên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku alîkariya mirovî ji Suwêdayê re dişîne ku piraniya şêniyên wê Durzî ne.

Desteya Kedkar û Karên Civakî daxuyanî da û diyar kir ku alîkariyên mirovî ji gelê Suwêdayê re dişîne.

Di daxuyaniya desteyê de hate gotin: “Em radighînin ku em komek alîkariyên mirovî yên lezgîn ji bo gelê xwe yê li parêzgeha Suwêdayê dişînin. Gelê me ku ji ber pêşketinên dawîn û êrişên li dijî herêmên wan têne kirin di rewşeke mirovî ya pir zehmet re derbas dibe û ji ber wê jî rewşên jiyanî û xizmetguzerî xirabtir bûne.”

Desteyê destnîşan kir ku dê alîkariyên wan ên ji gelê Suwêdayê re bidomin û hate gotin: “Di heman demê de em bang li hemî aliyên neteweyî, xêrxwazî û saziyên mirovî dikin ku hewldanên xwe bikin yek û piştgiriya xwe ji bo gelê me li Suwêdayê zêde bikin.”