Cenazeyê şervanê QSD’ê Hisên Mihemed El Şêx hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Hisên Mihemed El Şêx ê ku di 19'ê Tîrmehê de şehîd bû, li Reqayê hat veşartin.

MERASÎMA CENAZE

Xelkê kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, Rêxistinên Civaka Sivîl ji bo şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Hisên Mihemed El Şêx ê ku di 19ˊê Tîrmehê de şehîd bû, li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarê Keramê yê rojhilatê kantona Reqayê merasîn li dar xistin. 

Di merasîmê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Alend Reqa sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina rêça şehîdan a parastina xakê û rûmetê heta serkeftinê da.

Hevserokê Meclisa Bajarê Keramê Macid El Redînî axivî û got: "Şehîdên me di tariyê de ronahiya me ne û ew sembola rûmet û serbilindiyê ne. Wan bi fedakariyên xwe jiyana me parast û bi lehengiyên xwe çîroka serketinê nivîsand ku nayê jibîrkirin."

Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El Şêx soza şopandina şehîdan heta gihandina ber bi azadî û aştiyê ve da.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Şehîd bi diruşmên "Şehîd namirin" û bi tilîliyên dayikan hat veşartin.