Barrack: Hemû aliyên li Sûriyeyê li hev kirin

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack got, “Bi saeta Şamê ji 17:00’an ve hemû alî li ser bidawîkirina pevçûnan li hev kirin.”

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê û Balyozê Enqereyê Tom Barrack derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyeyê de li ser hesaba xwe ya medya dijîtal peyamek weşand.

Tom Barrack di peyama xwe de wiha got; “Dijminatiyên zêde tenê bi rawestandina tundî, parastina bêgunehan, destûr dayîna gihandina alîkariyên mirovî û paşde gav avêtina ji xeteriyê, dikare were kontrolkirin. Bi saeta Şamê ji 17:00’an ve hemû alî li ser rawestandin û bidawîkirina pevçûnan li hev kirin. Di rêya kêmkirina rageşiya mayînde û tevgir de gavê bingehîn a bê, bi awayekî tam li hev guhertina esîr û girtiyan e; pêvajoya lojîstîk a vê dewam dike.”