ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
'Îro li Kobanê bi rengê Rêber Apo rojeke cuda hilatiye'
Dayîkên ji Kobanê anîn ziman ku ew îro ji ber dîtina dîmenên Rêber Apo gelekî kêfxweş û diyar kirin ku îro li Kobanê bi rengê Rêber Apo rojeke cuda hilatiye. -
Rêveberiya Xweser li dijî şewatên li Lazqiyeyê karwanê piştgiriyê şand
Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mudaxilekirina şewatên ku 7 roj in li perava Sûriyeyê dewam dike, karwaneke piştgiriyê şand. -
Civîna navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta demkî destpê kir
Civîna navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê destpê kir. Nûnerên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Fransayê jî tevlî civînê bûn. -
‘Sûriyeyeke demokratîk bi projeya Rêveberiya Xweser pêkan e’
Ehmed Xoce anî ziman ku Sûriyeyeke ne navendî tenê bi modela Rêveberiya xweser û azadiya jinê pêkan e. -
Çeteyên dewleta Tirk êşkence li kalekî kirin
Çeteyên di bin rêveberiya dewleta Tirk de, li gundê Çiyê yê Raco ya dagirkirî êşkence li Berdî Elî yê 70 salî kirin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Têkoşer hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Egîd Têkoşer ku di qezaya trafîkê de şehîd bibû, li Qamişloyê hat veşartin. -
QSD: 2 şervanên me şehîd bûn
QSD’ê ragihand ku 2 şervanên wan di encama qezayê de şehîd bûn. -
‘Ji bo yekîtiya Sûriyeyê divê dawî li polîtîkayên wêdekirinê bê anîn’
Endama Konseya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif diyar kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di amadekariyên ji bo destûr û parlamentoya nû de rêbaza wêdekirinê didomîne û beşdariya takekesî wê îradeya gel temsîl neke. -
Desthilatdariya Şamê amblema xwe ya nû ya 'neteweyî' da nasandin
Rayedarên hikumeta demkî ya li Şamê amblema neteweyî ya nû eşkere kirin. Hate ragihandin ku amblem wê di demeke nêz de di belgeyên fermî de cih bigire. -
QSD'ê li Dêrazorê pêşî li êrîşeke mayinan girt
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku li herêmeke li rojhilatê Dêrazorê, mayineke çeteyên DAÎŞ'ê hatiye bêbandorkirin. -
Cenazeyê şervanê QSD'ê Elî Mihemed bi girseyî hat veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê Elî Mihemed Ehmed ku 1’ê Tîrmehê li Eyn Îsayê li ser erka xwe şehîd bûbû, îro ji aliyê bi sedan kesî ve hat veşartin. -
Li Kampa Holê çeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin
Li kampa Holê di operasyona Tîmên Operasyonên Leşkerî yên QSD’ê de çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin. -
Bendavên dewleta Tirk Çemê Efrînê ziwa dike
Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Sûriyeyê diyar kir ku ji ber polîtîkayên çêkirina bendavan ên Tirkiyeyê Çemê Efrînê hema bibêje li ber ziwabûnê ye. -
Li Sûriyeyê teqîn û êrîşên çekdarî didomin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li deverên cuda yên Sûriyeyê di encama bûyerên tundiyê de herî kêm 19 sivîl û çekdar hatine kuştin. -
Gaziyan şehîd Zîlan bi bîr anîn
Gerîlaya azadiyê Zîlan (Zeynep Kinaci) di 29’emîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê gaziyan ve hate bîranîn. -
Eşkere bû ku pêwendiya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê yekser bi qetilkirina Elewiyan heye
Ajansa Nûçeyan a Reutersê gihîşt wan delîlan ku nîşan dide, di dema komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê de Berdevkê Wezareta Parastinê Hasan Abdul Ghani bi rêya Telegramê komkujî koordîne kiriye. -
Şehîd Zîlan li Kantona Firatê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) bi beşdariyan sedan kesan li Kantona Firatê hat bibîranîn. -
Li Hesekê û Til Temirê çalakiyên bîranîna şehîd Zîlan
Di 29’emîn salvegera çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan de, Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê li Hesekê navendek vekir û li Til Temirê çalakiya bîranînê hate lidar xistin. -
Şervanê QSD'ê Ceger Hesekê di qezaya perwerdeyê de şehîd bû
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanê wan Ceger Hesekê (Mihemed Hesen Necîm) 28'ê Hezîranê di dema perwerdeyê de ji ber qezayê şehîd bû. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ceger Hesekê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ceger Hesekê li gundê Berkevir ê girêdayî Dirbêsiyê hat veşartin. -
Şehîd Zîlan li Kobanê bi meşekî meşaleyî hat bibîranîn
Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şorger ên Kantona Firatê bi boneya salvegera 29’emîn a şehadeta Şehîd Zîlan meşekî meşaleyî li dar xist. -
Li Helebê bi hinceta ‘sembola Kurdî’ ciwanek hate revandin
Hêzên girêdayî Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û komên çeteyên girêdayî Enqereyê, li Helebê ciwanek Kurd bi hinceta ku di telefona wî de “wêne û sembolên Kurdî” hene, hate revandin. -
‘Çalakiya heval Zîlan afirandina jiyana azad e’
Endama Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anî û got, “Ev çalakiya heval Zîlan çalakiyeke afirandina jiyaneke azad û wekhev e. Ev çalakiya mezin li tevahiya cîhanê deng veda.” -
Li Hesekê meşa ji bo azadiya Rêber Apo
Li Hesekê bi pêşengiya Înîsiyatîfa Gel bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşekî girseyî hate lidarxistin. Nûnera Kongra Starê Mehed Silêman di meşê de li ser navê hemû jinan banga mezinkirina berxwedanê kir. -
Li Sûriyeyê jin û zarokên keç ên Elewî hedef tên girtin
Piştî êrîşên li dijî Elewiyan ku di meha Adarê de li Sûriyeyê pêk hat, di bûyera revandinê de zêdebûnek çêbûye. Li Tartûs, Lazkiye û Hemayê ji ber fikarên ewlehiyê malbat ditirsin zarokên xwe bişînin dibistanê.