ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Aldar Xelîl: Em Sûriyeyek nenavendî dixwaz in
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl got, “Em sîstemeke nenavendî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû Sûriyeyê dixwaz in.” -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Cejna Qurbanê de girseya gel serdana şehîdgehan kir
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya Cejna Qurbanê serê sibehê serdana goristanên şehîdan kirin. -
Federasyona Gaziyan Cejna Qurbanê pîroz kir
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cejna Qurbanê li tevahî Misilman û malbatên şehîdan pîroz kir û banga xurtkirina yekîtiyê kir. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana gorên şehîdan hatin kirin
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êvara Cejna Qurbanê de serdana goristanên şehîdan kirin. -
Gelê Kobanê beriya cejnê serdana gorên şehîdan kirin
Gelê Kobanê di êvara Cejna Qurbanê de serdana goristanên şehîdan kirin, gorên şehîdan bi mûm û qurnefîlan xemilandin. -
Li Reqayê 7 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di operasyona Reqayê de 7 çeteyên DAÎŞ’ê ku tevlî êrîşên cuda bûne hatine girtin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê El Fetah û El Sekne hatin veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Hemade El Fetah û Hisên Şibil El Sekne li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê hatin veşartin. -
Şandeya Kurdî ya bi şandeya Şamê re muzakereyan bike eşkere bû
Şandeya Kurdî ya piştî “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” hat avakirin, bi daxuyaniyekê hevserok û endamên xwe eşkere kir. Şande wê di rojên pêş de bi rêveberiya Şamê re dest bi muzakere û diyalogê bike. -
Li Helebê ji bo azadiya Rêber Apo meş
Li Helebê bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan. Di meşê de bangên aştî, azadî û çareseriya demokratîk derketin pêş. -
Li Hesekê û Reqayê cenazeyê 4 şehîdan hatin veşartin
Li Hesekê û Reqayê cenazeyê 4 şervanên QSD'ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di encama êrîşa bombeyê ya şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê li ser rêya Reqa-Hesekê de şehîd bûbûn, hatin veşartin. -
Li kantona Firatê du navendên sereke yên wergirtina genim hatine vekirin
Li Kobanê navendên wergirtina genim hatine vekirin û amadekariya paqijiya depoyê bi dawî bûye. -
QSD: Sê şervanên me li deverên cuda şehîd bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di têkoşîna li dijî şaneyên DAÎŞ'ê de 3 şervanên wan li deverên cuda şehîd bûne. -
Li Til Temirê 2 şehîd hatin veşartin
Şervanê QSD'ê û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di êrîşên DAÎŞ'ê de şehîd bûn, li Til Temirê bi merasîmekê hatin veşartin. -
Nasnameyên 3 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin eşkerekirin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameyên 3 endamên xwe yên ku di encama êrîşa bombeyê ya şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê li ser rêya Reqa-Hesekê de şehîd bûbûn, eşkere kirin. -
Li Rimêlanê civîna 'Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hat lidarxistin
Bi pêşengiya Kongra Starê di çarçoveya kampanyaya "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Rimelanê civîn hat lidarxistin. -
Li Helebê pevguhertina girtî û dîlgirtiyan ji nû ve destpê dike
Çavkaniyên Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ragihandin ku wê qonaxa duyemîn a pevguhertina girtiyan di navbera meclîsê û desthilata Şamê de ku di 28`ê Gulanê de hatibû astengkirin, îro ji nû ve berdewam bike. -
Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê daxuyaniya hevpar dan
Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeya Şamê di nîqaşên li ser gelek mijaran de, li ser gelek xalan li hev kirin. -
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê bi dawî bû
Hevdîtina ku di navbera şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê de li paytext Şamê pêk hat, bi dawî bû. -
Di encama êrîşa DAÎŞ’ê de 3 endamên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ragihand ku di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de 3 endamên wan şehîd bûne. -
Rêveberiya Xweser û Şam ji bo peyman bikeve meriyete hevdîtin kirin
Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya peymana ku 10’ê Adarê navbera QSD’ê û desthilatdariya Şamê hatî îmzekirin de, li Şamê hevdîtin pêk anî. -
Schirdewan bi Îlham Ehmed re hevdîtin kir û çû serdana Kampa Roj
Hevserokê Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Martin Schirdewan di serdana xwe ya Rojava de bi Hevseroka Daireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlhamî Ehmed re hevdîtin kir. -
'Em ê heta dawiyê xeta şehîdan biparêzin’
Fatme Silêman Hebeş kadroyên damezrîner ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bibîr anî û got, “Em ê xwedî li mîrateya wan a têkoşînê derkevin.” -
QSD’ê, MSD’ê û Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna mitabeqeta 10’ê Adarê civiyan
Nûnerên QSD, Rêveberiya Xweser û Konseya Demokratîk a Sûriyeyê ji bo pêkanîna mitabeqeta bi Şamê re hatine îmzekirin û nîqaşkirina ji bo mijarên hevkariya li dijî DAÎŞ’ê civiyan. Di civînê de amadekariyên konferansa neteweyî jî hate nîqaşkirin. -
Li Zanîngeha Kobanê panelek li ser banga Rêber Apo hat dayîn
Li ser ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Rêber Aoo di 27’ê Sibatê de kir, ji aliye Zanîngeha Kobanê ve panêlek hat dayîn. -
Hevserokê Koma Çep a PE’yê bi fermandarên QSD û YPJ’ê re hevdîtin kir
Hevserokê Koma Çep a PE'yê Martîn Schirdewan bi nûnerên Rêxistina Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Fermandara YPJ Rohilat Efrîn û Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir.