ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
DAÎŞ'ê li Dêrazorê êrîş kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku çeteyên DAÎŞ'ê li Dêrazorê êrîş birin ser nuqteyeke ewlekariyê û êrîş hatiye şikandin. -
DAÎŞ hewl dide bi ser xwe ve bê
DAÎŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêya şaneyan bi rêxistin dike. HTŞ jî bi rêveberiya xwe ya li Şamê re rê da êrîşên terorê yên DAÎŞ'ê. -
Li Tartûs û Laziqiyê herî kêm 10 sivîl hatin revandin
Komên çekdar ên girêdayî desthilatdariya Şamê li gundewarên Tartûs û Laziqiyê herî kêm 10 sivîl hatin revandin û birin cihekî nediyar. Hate diyarkirin ku Şêxekî Elewî Salih El Mensûr ê li gundê Ras El Eyn ê Ceblê jiyan dike jî hatiye revandin. -
Gel nerazîbûn nîşanî erkdarkirina Ebû Şeqra da
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel nerazîbûn nîşanî biryara desthilata Şamê da ku di biryarê de çeteyê bi navê Hatim Ebû Şeqra wek fermandarê Firqeya 68’an hate erkdarkirin. -
Koçberên Elewî: Divê QSD Sûriyeyê bi rê ve bibe
Koçberên Elewî yên ku berê xwe dane qadên Rêveberiya Xweser xwestin, berpirsyarên komkujiyên li dijî gelan bêne darizandin û gotin, "Yên ku êdî bikaribe Sûriyeyê birêve bibe, tenê QSD e. Weke tevahî Sûrî em dixwazin ku QSD me bi rêve bibe." -
Li Sûriyeyê Durzî û dîroka wan
Durzî bi giranî li herêma Siwêda ya Sûriyeyê dimînin. Ji destpêka sedsala 11'an û pê ve li Sûriyeyê bi cih bûn. Di dema Osmanî xweser bû. -
Li Lazkiye û Humsê herî kêm 5 kes hatin qetilkirin
Li Lazkiye û Humsê komek çekdar êrîşî ser sivîlên ku li zeviyan dixebitin kirin, herî kêm pênc kes qetil kirin û du kes jî revandin. -
Denîz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan hatin bibîranîn
Yekîtiya Xwandekarên Welatparêz ên Sûriyeyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan bi bîr anîn. -
Li Dêrazorê 2 şervanên QSD'ê şehîd bûn
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku li Dêrazorê di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de 2 şervanên wan şehîd bûne. -
'Armanca suîqasta 6’ê Gulanê bêdengkirina Rêber Apo bû'
Welatparêzê bi navê Sebrî Mehmûd, behsa bûyera suîqasta 6’ê Gulana 1996’an ya li Şamê li dijî Rêber Apo kir û got, “Yên ku dixwestin Rêber Apo bêdeng bikin, herî bêhtir ji ramanên wî ditirsiyan.” -
QSD: Du êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê hatin şikandin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku li bejahiya Dêrazorê du êrîşên şandeyên DAÎŞ'ê hatin şikandin. -
Xeyalek ji xelayên şehîd Nagîhan Akarsel: Mala Xwendinê
Li taxên Şêx Maqsûd û Eşrefîyê navenda lêkolînan a Jineolojî bi armanca pêşxistina ciwanan mala xwendinê a Şehîd Nagîhan Akrsel vekirin. -
Darvekirina rewşenbîrên Sûriyeyî û Lubnanî: Trajediyeke Osmanî
Di sala 1916'an de Osmaniyan rewşenbîrên Sûriyeyî û Lubnanî darve kirin. Zextên Cemal Paşa li Şam û Beyrûdê 21 rewşenbîr kir hedef, neteweperestiya Ereb sor kir û bû sedem ku 'Roja Şehîdan' bê afirandin. -
Ji Nazim, Cîhan û Egîdan re bêjin em bi ser ketin
Îro giyanên bi dehan şehîd rihete, îro Talaya bê dayîk û bav weke firatê bejna xwe dirêj bûye. Îro roja serkeftinê ye û têkçûna dagirkeriyê ye. -
Bi hezaran kes serketina berxwedana serdemê pîroz kirin
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serketina berxwedana Bendava Tişrînê ya ku 118’an rojan berdewam kir, bi coşeke mezin pîroz kirin. -
40 çeteyên DAÎŞ’ê radestî Iraqê hatin kirin
Di çarçoveya lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û Iraqê de zêdetirî 40 çeteyên DAÎŞ’ê yên li kampên Roj û Holê radestî rayedarên Iraqê hatin kirin. -
Kujerê Hevrîn Xelef kirin fermandarê Firqeya 86’an
Rêveberiya Şamê serçete Ehmed El Hayis (Hatim Ebû Şeqra), yê ku di sala 2019’an de Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef qetil kiribû, wekî fermandarê Firqeya 86'an erkdar kir. Ebû Şeqra di lîsteya DYE’yê de cih digire. -
Cenazeyê şervanê QSD'ê Berxwedan Efrîn hate veşartin
Şervanê Hêzên Komandos ê QSD'ê Berxwedan Efrîn (Hesen Celo) ku di 3’yê Gulanê de li herêma Bendava Tişrînê şehîd bû, li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan hate veşartin. -
Li Humsê rojnamevanek hat qetilkirin
Hate ragihandin ku xebatkarekî radyoyê yê xwecih li gundewarê rojavayê Humsê hate qetilkirin. -
Li Hesekê şîna Sirri Sureyya Onder hate danîn
Ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsa Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder li Hesekê şîn hate danîn. -
Nexweşxaneya Miştenûr bi beşên nû dest bi xizmetê kir
Nexweşxaneya Miştenûr a ku bibû hedefa êrîşan, di demeke kin de hat ser hev û li cihê xwe ya berê deriyê xwe ji gel re vekir. Li gel beşên xwe yên heyî, bi xizmetên xwe yên tenduristiyê yên nû hêviyê dide gelê herêmê. -
'Berxwedan bi ser ket, Bendava Tişrînê û destketî hatin parastin'
Berxwedana gel a ji bo parastina Bendava Tişrînê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Rêveberiya Xweser li ser bendavê daxuyanî da û diyar kir ku bi sekn û fedakariyeke mezin xak û destketî hatine parastin. -
QSD'ê li Dêrazorê êrîşa DAÎŞ'ê şikand
Di daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hate ragihandin ku êrîşa komeke çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser Tûgaya Ziban a li bejahiya Dêrazorê di demeke kurt de hate şikandin. -
Li Efrînê êşkence û êrîşa li ser sivîlan
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên "El Hemzat" di 2’ê Gulanê de li gundên navçeya Şêran a Efrînê du êrîşên cuda li ser sivîlan pêk anîn. -
Şandeyek ji Vatîkanê serdana saziyên Rêveberiya Xweser kir
Nûnerên ji Vatîkanê bi armanca naskirina saziyên Rêveberiya Xweser ên li herêmê û pêşxistina têkiliyan serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.