ROJAVA-SÛRIYE
Înîsiyatîfa Sûriyeyî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Înîsiyatîfa Parêzeran a ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ku "mafê hêvî" bixe meriyetê.
Fermandar Ebû Leyla ji bo serketina Şoreşa Rojava diçû her eniyê. Hêviya xwe ya heta kêliya şehadetê hil girtî, ji zarokan, gelê xwe û hevrêyên xwe re weke mîrate hişt.
Entegrasyon divê xwe bispêre normên demokratîk û li ser bingeha misogeriya destûra bingehîn a xweserî û mafên her kesî bê meşandin. Civakên ku li hemberî rejîma Esad teslîm nebûn, wê sîstemeke ji ya rejîma berê jî paşdemayî qebûl neke.
Parêzer Mustefa Şêx Mislim diyar kir ku di mercên Rêber Apo de hîn guhertinek nîne û xwest, mafê hêviyê bi cih bê anîn û Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe.
Ji bo piştgiriya bi YPJ'ê re li Qamişloyê meşek hate lidarxistin. Di meşê de hate gotin, rejîmeke ku hebûna jinan nas nake wê nikaribe jinan temsîl bike.
Hemû Nûçe
-
QSD’ê salvegera rizgarkirina Baxozê pîroz kir
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) salvegera rizgarkirina bajarokê Baxozê bi dirûşmeya "Me teror li Baxozê têk bir û em ê ji bo avakirina Sûriyeyeke pirrengî ya nenavendî têkoşîna xwe bidomînin" pîroz kir.
-
-
-
QSD'ê nasnameyên du şehîdan eşkere kir
Navenda Çapemeniya QSD’ê ragihand ku Ehmed Îsmaîl El Kesar (Hemod) ê ku di berxwedana Minbicê de birîndar bibû di 4’ê Adarê de şehîd bû û Mihemed Xelîl El Muteb (Zeyd) di 10’ê Adarê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû.
-
'Hevpeyman ji bo aramiya herêmê bi daxwaza gelan pêk hat'
Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd, anî ziman ku peymana navbera QSD û rêveberiya demkî ya Şamê li ser pêkanîn û daxwazên gel ji bo aramiya herêmê hatiye kirin û got: "Li ser xalên hevpeymanê piranî lihevkirin pêk hat."
-
-
'Bi pêşengiya jinên têkoşer wê yekîtiya gelan pêk were'
Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê konferansa jinan a li Rojava pêk hatî silav kirin û gotin, “Em bawer in wê Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd ji hişmendiya mêrperest re bibe bibe bersiveke xurt.”
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Ji Rêveberiya Xweser li Danîmarkayê hevdîtinên dîplomatîk
Nûnerê Ewropayê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Umer, Nûnerên Danîmarkayê Dara Mûstafa û Alan Mansûr serdana Parlamenta Danîmarkayê kirin û bi Komîteya Têkiliyên Derve re civîneke girîng lidar xistin.
-
Federasyona Gaziyan Newroz pîroz kir
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cejna Newrozê pîroz kir û ev bang kir: “Em bang li gelên xwe dikin ku Newroza îsal bikin azadiya fizîkî ya Rêber Apo û tevahî gelan.”
-
-
-
Ji TEV-DEM'ê banga ji bo Newrozê
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang kir ku her qada Newrozê veguhere qada azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd.
-
Bendava berxwedanê: Tişrîn
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de bendava Tişrînê, gelek zirar dîtin. Endezyar dibêjin divê demildest saziyên pêwendîdar bikevin nava liv û tevgerê.
-
-
Aldar Xelîl ji bo Newrozê bang kir
Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got, divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her kes beşdarî Newrozê bibe.