ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Sûriyeyê di nava 24 saetan de 7 kes mirin
Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), daneyên balkêş ên li ser bûyerên tundiyê yên di nava 24 saetên dawî de li cihên cuda yên Sûriyeyê rû dane, parve kir. -
‘Divê CPT bi rola xwe rabe’
Endamê 'Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê' Silêman Îsa Ehmet anî ziman ku li Girava Îmraliyê maf û azadiyên bingehîn tên binpêkirin û bang li CPT’yê û hemû saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku bi rola xwe rabin. -
Li Kobanê ji bo şehîdan merasîmeke bi heybet hat lidar xistin
Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmeke girseyî 4 şehîdên xwe li Goristana Şehîd Dicle veşartin û ji bo gerîlayê HPG’ê yê şehîd jî merasîma bîranînê lidar xistin. -
'Heya ku ewlehî pêk were wê operasyon berdewam bike'
Berdevkê QSD'ê Ebcer Dawûd got, "Em ê îdeolojiya DAÎŞ'ê ji holê rakin." Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Bahar Abbas jî got, "Erka me hemûyan e ku bi mejiyekî azad û demokratîk civakekê ava bikin." -
3 şehîdên berxwedêr Ronahî, Dilara û Kobanê hatin bîranîn
Li Kobanê 3 jinên berxwedêr Ronahî Kobanê, Dilara Heleb û Kobanê hatin bîranîn ku 20’ê Nîsana 2022’yan di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn. -
Operasyona Ewlekariyê ya li Kampa Holê di roja sêyemîn de ye
Operasyona li kampa Holê û derdora wê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê hate destpêkirin, di roja sêyemîn de ye. -
Emîne Beyram: Wê sîstema Şaredariya Şexmeqsûd û Eşrefiyê neguhere
Hevşaredara Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Emîne Beyram diyar kir ku taxên wan jî wê ji xizmetên Şaredariya Giştî ya Bajarê Helebê sûdê bigirin û wiha got: “Xebat û makanîzmeya sîstema şaredariya me ya ku me berê avakiriye wê neyê guhertin û domdar be.” -
Li Kampa Holê operasyona li dijî DAÎŞ'ê: Hedefên terorê têne têkbirin
Li Kampa Holê ku 35 hezar û 323 kes (10 hezar 84 malbat) lê ne, di operasyona ewlekariyê de ya ku 18'ê Nîsanê destpê kir 16 terorîst hatin girtin; 3 kalaşnîkov, 2 debance û cebilxane hatin bidestxistin. Operasyon dewam dike. -
Li Dirbêsiyê û Helebê salvegera damezrandina KJK’ê hat pîrozkirin
Xelkê Dirbêsiyê, Zirgan, Til Temirê û Helebê salvegera damezrandina KJK’ê bi awayekî bi coş pîroz kir. -
Cenazeyê şehîdê QSD’ê Şervan Qamişlo spartin axê
Endamê Hêzên Komandos ên QSD’ê Şervan Qamişlo dema li ser wezîfeya xwe di qezaya trafîkê de şehîd bû. Cenazeyê şehîd li Qamişloyê spartin axê. -
16 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Li Kampa Holê di roja duyan a operasyona ewlehiyê de 16 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin. -
Operasyona ewlehiyê ya li Kampa Holê di roja duyan de ye
Li Kampa Holê operasyona ewlehiyê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hatî destpêkirin, di roja 2’yan de didome. -
Li Bendava Tişrînê civîn
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rojhilat Efrîn li Bendava Tişrînê bi çalakvanan re civiyan û berxwedana wan silav kirin. -
DYE’yê hişyarî da: Neçin Sûriyeyê
Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hişyarî li welatiyên xwe kir ku neçin paytexta Sûriye Şamê. -
Fermandariya QSD-YPJ`ê bi şandeya Koalîsyona Navneteweyî re li Bendava Tişrînê ne
Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) tevî şandeyekî ji Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî, ji bo hevdîtinan bikin çûn bendava Tişrînê. -
Kongra Star salvegera 20'emîn a damezrandina KJK'ê pîroz kir
Meclîsa Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 20'emîn a damezrandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) pîroz kir. -
Li kampa Holê operasyoneke ewlehiyê destpê kir
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê dest bi operasyoneke ewlehiyê kir. -
Hêvîn Silêman: Sîstema Şêxmeqsûd û Eşrefiyê careke din bû mînak
Hevseroka Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Hêvîn Silêman diyar kir ku sîstema Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bûye mînak û got ku ev yek bi saya berxwedana bi salan pêk hatiye. -
Astengkirina karwanên alîkariyê li gelek bajaran hate şermezarkirin
Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî astengkirina derbasbûna konvoya alîkariyên mirovî ji bo xelkê peravê çalakî hatin lidarxistin. -
Ji bo malbatên şehîd Çiyager û Şiyar serdanên sersaxiyê
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê û xelkê Firatê serdana taxa Miştenûrê û gundê Qeremoxê kirin û sersaxî ji malbatên şehîd Çiyager û Şiyar re xwestin. -
Nasnameya şehîdekî QSD'ê hate eşkerekirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya şervanekî xwe eşkere kir ku li eniyên şer ên Minbicê şehîd bû. -
Şehîd Ezîz Ereb di salvegera şehadeta xwe de hate bîranîn
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 39’emîn salvegera şehadeta hevrê Ezîz Ereb de got ku ew ji dil û can tevlî nava têkoşîna azadiyê bû û jiyana xwe ji bo berxwedana hevpar a gelan feda kir. -
Konferansa Neteweyî ya Kurd li Rojava hat taloqkirin
Konferansa Neteweyî ya Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dihat payîn di 18’ê Nîsanê de bê lidarxistin, hat taloqkirin. -
Şandeya Ewropayê bi MSD û QSD’ê re hevdîtin kir
Şandeya Ewropî ya ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye di du civînên cuda de yên bi MSD’ê û QSD’ê re rewşa herêmê ji aliyên leşkerî û siyasî ve nîqaş kir -
'Rêber Apo bi bangekê rewşa siyasî ya herêmê bi temamî guhert'
Mesûd Bozî anî ziman ku Rêber Apo bi banga 27'ê Sibatê re rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn bi temamî guhertiye û hêviya aştiyê li herêmê belav kiriye.