Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

16 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

Li Kampa Holê di roja duyan a operasyona ewlehiyê de 16 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin.

KAMPA HOLÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di lêgerînên li kampê û derdora wê hatine kirin de, bi 16 çeteyên DAÎŞ’ê re 3 çekên keleşnîkof, 2 tebance û gelek gule hatin desteserkirin.

QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di roja 3’yan de operasyonê didomînin.