Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Fermandariya QSD-YPJ`ê bi şandeya Koalîsyona Navneteweyî re li Bendava Tişrînê ne

Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) tevî şandeyekî ji Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî, ji bo hevdîtinan bikin çûn bendava Tişrînê.

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdê û endama Fermandariya Giştî ya YPJ`ê Rohilat Efrînê, di gel şandeyekî ji Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî, gihiştin bendava Tişrênê.

Tê peyin ku li bendavê di navbera Fermandariya QSD`ê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî de civîneke were lidarxistin.