ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Kobanê serdana gora şehîdan hate kirin
Îro di berbanga sibehê re gelê kantona Firatê berê xwe da goristana şehîd Dîcle û li wir cejna hev û du û cejna şehîdên xwe kirin. -
Şehîdên azadiyê bi meşeke meşaleyî hatin bîranîn
Li Bendava Tişrînê ku berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê lê dewam dike, şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bi meşeke meşaleyî hatin bîranîn. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana goristanan hate kirin
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya Cejna Remezanê serdana şehîdgehan kirin û find vêxistin. -
Bi wesîleya cejna Remezanê şehîd hatin bibîranîn
Bi boneya cejna Remezanê gelê Kantona Firatê li ser gorên şehîdan find vêxistin. -
MSD'ê bertek nişanî hikumeta nû da
MSD'ê destnîşan kir ku hikumeta nû ya hatî ragihandin bi yek alî ye û got ku çareseriyekî rast tenê bi modela rêveberiyê ku nûnertiya hemû pêkhateyan wekhev bike, pêkan e. -
Rêveberiya Xweser ji bo hikumeta nû hatî avakirin daxuyanî da
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, destnîşan kir ku hikumeta nû ya hatî avakirin hemû pêkhate di nava xwe de nahewîne û got ew ê dev ji têkoşîna Sûriyeya hevpar û demokratîk bernedin. -
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Tişrînê şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li herêma Bendava Tişrînê endamê wan Fadî Elî şehîd bû. -
Li Kobanê û Tirbespiyê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
Li Kobanê û Tirbespiyê 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin. -
Rûken Ehmed: Divê gelê Sûriyeyê bi hev re siberoja xwe ava bikin
Endama Têkilî û Îtîfaqên Sîyaseta demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed, diyar kir ku ji bo siberoja Sûriyeyê, yekitiya gelan û sîstema demokratîk pêwîst e! -
Li Kobanê amadekariyên Cejna Remezanê tê kirin
Li Kobanê gel piştî 30 roj rojiyê, amadekariyên Cejna Remezanê dike. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kelecana Cejna Remezanê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel bi coş û kelecanî amadekariya Cejna Remezanê dike. -
Ji bo şehîdê berxwedana Dêr Hafirê merasîmeke girseyî hate lidarxistin
Şervanê QSD'ê Dijwar Qidurbeg (Mihemed Osê) ku li berxwedana Dêr H afirê şehîd bû, li Qamişloyê merasîmeke girseyî hate lidarxistin. -
QSD'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
QSD'ê nasnameya 2 şehîdên xwe eşkere kir. -
‘Divê jin di destûra nû ya Sûriyeyê de bibin xwedî biryar’
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan diyar kirin ku divê jin li Sûriyê li dijî rêxistinên terorîst dengê xwe bilind bikin û gotin, divê jin di destûra nû ya Sûriyeyê de ji bo pêkanîna dadmendî û wekheviyê bibin xwedî biryar. -
‘Wê têkoşîna gelan bi ruhê Egîdan bi ser bikeve’
Gaziyan bi wesîleya hefteya qehremaniyê (21’ê Adar-28’ê Adarê) daxuyaniyek da û got, “Wê têkoşîn û berxwedana gelan bi ruhê Mazlûman û Egîdan teqez bi ser keve. Bi Rêbertiya azad em ê cîhaneke herî azad, bedew û wekhev ava bikin.” -
Şehîd Kobanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Şêniyên herêma Firatê bi merasîmeke girseyî cenazeyê Şehîd Kobanê li Goristan Şehîd Dicle veşartin. -
Rojnamevan Egîd Roj ê li Tişrînê hate qetilkirin, li Hesekê hate bîranîn
Rojnamevan Egîd Roj ê 40 roj berê li Bendava Tişrînê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Hesekê li ser gora xwe hate bîranîn. -
Artêşa Îsraîlê li Lazqiyeyê bombe li depoyên çekan barand
Hate ragihandin ku hêzên hewayî yên Îsraîlê roja Pêncşemê li wîlayeta Lazqiye ya li rojavayê Sûriyeyê bombe li depoyên çekan barandine. -
'Heta ku dagirkerî bi dawî nebe, vegera bi ewle nabe'
Dewleta Tirk ku ji sala 2016'an û vir ve bajarên Sûriyeyê dagir kiriye, li herêmên dagirkirî kiryarên li dijî mirovahiyê dike. Gelên ku warê wan hatiye dagirkirin dixwazin dawî li dagirkeriyê bê û hesab ji sûcên hatine kirin bê pirsîn. -
QSD'ê nasnameyên 10 şehîdan eşkere kir
QSD'ê nasnameyên şervanên xwe yên ku di dema pêkanîna erkên xwe yên parastina herêmê de şehîd bûne eşkere kirin û soza şopandina rêya wan da. -
QSD’ê salvegera rizgarkirina Baxozê pîroz kir
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) salvegera rizgarkirina bajarokê Baxozê bi dirûşmeya "Me teror li Baxozê têk bir û em ê ji bo avakirina Sûriyeyeke pirrengî ya nenavendî têkoşîna xwe bidomînin" pîroz kir. -
Zanîngeha Kobanê şehîdên Bendava Tişrînê û Qereqozaxê bi bîr anîn
Li Zanîngeha Kobanê ji bo bîranîna şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê û Qereqozaxê çalakiyek hate lidarxistin. -
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlan dewam dikin
Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mehên Çile, Sibat û Adarê 229 mirov hatin kuştin, 311 jî birîndar bûn. -
QSD'ê nasnameyên du şehîdan eşkere kir
Navenda Çapemeniya QSD’ê ragihand ku Ehmed Îsmaîl El Kesar (Hemod) ê ku di berxwedana Minbicê de birîndar bibû di 4’ê Adarê de şehîd bû û Mihemed Xelîl El Muteb (Zeyd) di 10’ê Adarê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû. -
'Hevpeyman ji bo aramiya herêmê bi daxwaza gelan pêk hat'
Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd, anî ziman ku peymana navbera QSD û rêveberiya demkî ya Şamê li ser pêkanîn û daxwazên gel ji bo aramiya herêmê hatiye kirin û got: "Li ser xalên hevpeymanê piranî lihevkirin pêk hat."